ꞌTecrîda li ser Ocalan hewldana têkbirina Tevgera azadiyê yeꞌ

Koodînasyona Kongreya Star a kantona  Hesekê da zanîn ku ji ber gel xwe li dora tevgera azadiyê kom kiriye, dewleta dijber di şexsê rêber Abdullah Ocalan hewl dide bi hemû rêbazan tevgerê tune bike.

Piştî komploya navneteweyî ya 1999`an li Kenyayê, dewleta Tirk 21 sal in rêber Ocalan xistiye tecrîdê.

Koodînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Başo diyar kir ku Rojhilata Navîn bi dîroka xwe ya berxwedanê tê nasîn, gelê Kurd ji gelên kevnare yên ku li ser vê xakê jiyan û yekgirtî ne, bi dewlemendiya berxwedan, têkoşîn û şoreşên xwe tên naskirin û şoreşa ku li ser bingeha tevgera azadiyê ya ku rêbertî pêşengtiya wê dike bi rêxistina xwe tê naskirin.

Evîn Başo got proje xwe dispêre edalet, mirovahî û wekheviyê ji ber vê rastî êrişên siyasî û leşkerî tê.

KAPÎTALÎZM DIJMINÊ NETEWEYA DEMOKRATÎK  E

Evîn Başo bi bîr xist ku hewldanên suîqastkirina rêber Abdullah Ocalan li paytexta Sûriye Şamê û komploya navneteweyî ya ku  15`ê Sibata  qewimî, bi hedefa têkbirina şoreşa azadiyê û dûrxistina gel bû.

Evîn Başo destnîşan kir ku dewletên kapîtalîst dijminên  projeya neteweya demokratîk in, ji ber ku projeya netewa demokratîk banga wekhevî, biratiya gelan û jiyana hevbeş dike.

Evîn Başo di dewama axaftina xwe de bal kişand ser planên dewletên kapîtalîst û wiha pê de çû: "Ji ber gel xwe li tevgera azadiyê girt, hişt ku tevgera Kurdistanê ber bi tevga rizgariya cîhanê ve biçe û vê yekê hişt ku dewletên dijber di şexsê rêber Ocalan de bi hemû rêbazan tevgerê tune bikin."

Der barê tecrîda li ser rêber Abdullah Ocalan de Evîn Başo bi lêv kir ku tecrîd û êrişên dewleta Tirk ên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya 15`ê Sibatê ye û wiha axaftina xwe dewam kir: "Piştî danîna porjeya neteweya demokratîk li şûna projeya dewletên neteweyî ya li Rojhilata Navîn, ku ji ber wê ji destpêka Şerê Cîhanê yê Duyemîn gelek alozî derketine, dewleta Tirk bi hevkariya dewletên kapîtalîst li ser rêber Abdullah Ocalan tecrîd ferz kir."

Koodînasyona Kongreya Star a kantona Hesekê Evîn Başo di dawiyê de got girtîgeha Îmraliyê veguherî qublegeha aşqa azadiyê û ji bo çareseriya pirsgirêkên Rojhilata Navîn bû dibistaneke girîng. Ji ber hewl didin projeya neteweya demokratîk têk bibin û aloziyên li Rojhilata Navîn jî berdewam bin.

eh

ANHA


Mijarên Din