‘Tecrîdkirina Ocalan, çareserkirina krîzên Rojhilata Navîn asteng dike’

Tevî ku rêber Abdullah Ocalan ragihand ku dikare gelek krîzên li Rojhilata Navîn di demeke kurt de çareser bikeb jî, hê jî tecrîda girankirî li ser Ocalan berdewam e. Gelek kesan diyar kir ku dewleta dagirker a Tirk li pêş çareserkirina aloziyan asteng e.

Dewleta Tirk tevî daxwazên gel a rakirina tecrîdê, ferzkirina siyaseta tecrîdê li dijî rêber Abdullah Ocalan ji salan ve didomîne. Bertekên gel û derdorên fermî li dijî siyaseta tecrîdê berdewam in.

Hevserokê Meclisa Herêma Efrînê Mihemed Naso têkildarî babetê wiha got: "Rêber Ocalan di nameya xwe ya dawîn de diyar kir ku amade ye pirsgirêkên girêkok çareser bike. Her wiha ji ferzkirina tecrîdê tê zanîn ku israrkirina kûrkirina aloziyan e."

Naso anî ziman ku tecrîda li ser Ocalan ne tenê kesayeta wî dike hedef, lê belê tevahî gelê Kurd û gelên Rojhilata Navîn dike armanc û wiha domand: "Tecrîda li dijî rêber Ocalan, tecrîda li ser tevahiya gel e. Lê belê gelê Kurd hêviya xwe qut nekiriye."

Naso wiha pê de çû: "Bi milyonan gel li ser rêç û felsefeya rêber Ocalan dimeşe, da ku azadiya rêber Ocalan mîsoger bike û Efrînê ji destê dagirkeriya Tirk û çeteyên wê rizgar bike."

Di dawiya axaftina xwe de, Mihemed Naso tecrîda li dijî rêber Abdullah Ocalan şermezar kir û wiha got: "Li gorî zagonan tu mafê dewletekê tune ye ku tecrîdê li ser kesekî ferz bike."

Girêdayî mijarê, rêveberê Dibistana Şehîd Kendal a gundê Til Qirah Mihemed Elî Reşîd ku berê bi rêber Ocalan re rûniştiye, wiha got: "Dewleta Tirk nahêle malbat û parêzerên rêber pê re hevdîtinan pêk bînin. Her wiha jî tecrîdê bi hedefa jidûrxistina çareserkirina pirsgirêkên li Rojhilata Navîn, ferz dike."

(fr)

ANHA


Mijarên Din