Tedbîrên beşa noqvanan li ser keviya çemê Firatê

Beşa Noqvanan a Tîma Destwerdana Destpêkê li ser keviya çemê Firatê navendeke awarte ava kir, her wiha endamên tîmê diyar kir ku beriya çend rojan 4 rewşên noqbûnê hatin tomarkirin. Ew jî bi sedema seyranên ciwanan ên ji bo avjeniyê çêbûn.

Tîma Destwerdana Destpêkê ji ewlehiya herî girîng e ku li herêma Reqayê piştî rizgarkirina ji çeteyên DAIŞ’ê bi destê QSD’ê, hat avakirin. Tîm di xebata xwe ya bingehîn de destwerdana rewşên awarte, alîkariya sivîlan dike, her wiha roleke girîng di keşfkirina gorên komî yên çeteyên DAIŞ’ê de lîst.

Beşa noqvanan (xewas) ji beşa herî girîng a tîmê ye, beşa noqvanan ji 9 endaman pêk tê, her wiha ji dawiya 2018’an heta niha 74 cezayên ku noq bûne, derxistin.

Têkildarî mijarê, rêveberê Tîma Destwerdana Destpêkê Yasir Xemîs li ser girîngiya beşa noqvanan û li ser rizgarkirin, pêşkêşkirina alîkariyên destpêkê axivî.

Der barê tedbîrên haydariya rewşên noqbûnê de Xemîs wiha got: "Tîm belavokan belav dike û navendeke rizgarkirinê li ser keviya çemê Firatê li rex pira kevn ava kir, her wiha endam ji saet 9’ê sibehê heta 7 êvarê dixebitin."

Xemîs diyar kir ku hejmara noqvanên nobetdar li navendê 3 ne û li gel wan tevahî alavên gucaw ên rizgarkirinê hene.

Beriya çend rojan 4 rewşên noqbûnê li çemê Firatê hatin tomarkirin, girêdayî vê yekê Xemîs wiha got: "Piştî germahiya zêde û ji ber çûna şêniyan a ber çem û avjeniyê, rewşên noqbûnê zêde bûn, her wiha noqvanan 4 rewşên noqbûnê ku jiyana xwe ji dabûn, derxistin û zarokekî 12 salî rizgar kir."

(fr)

ANHA


Mijarên Din