Tedbîrên ji bo parastina zeviyan ji şewatê çine?

Piraniya cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û saziyên Rêveberiya Xweser, bi hatina mewsima çinînê re hewl didin zeviyên herêmê ji şewatan biparêzin. Ji bo vê jî rêzetedbîr girtine.

Li gorî serjimariya Desteya Aborî û Çandiniyê ya Bakur û Rojhilatê Sûriyê di mewsima çinînê ya sala borî de zêdetirî 435 hezar û 500 donim zevî şewitîn û 14 kes di nav de sivîl, leşkerî, Hêzên Ewlekariya Hundirîn û endamên tîmên agirvemirandinê dema şewat vedimirandin, şehîd bûn.

Ji bo ku şewatên di sala borî de çêbûne carek din dubare nebin, cotkarên herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê gelek tedbîrên hişyariyê girtin. Li rex tedbîrên ku Rêveberiya Xweser a Bakur û  Rojhilatê Sûriyê di vî warî de girtine. Jê girtina nobetdariyê di nava zeviyan de, amadekirina tiraktoran û sahrîcên avê.

Nûçegihanên ANHA`yê di nav gundên girêdayî bajarê Hesekê de geriyan û bi cotkaran  re hevdîtin çêkirin da ku tedbîrên hatine girtin, nas bikin.

TEDBÎRÊN COTKARAN

Derwîş Hiso cotkarek ji gundê Gumer ê li rojavayê bajarê Hesekê ye. Hiso destnîşan kir ku ew zeviyên genim û ceh diparêzin. Şêniyên gund hemû bi şev û roj nobetdariyê digirin.

Hiso diyar kir ku ew erebe û motorsîklêtên ku rojane li ser rêyên giştî û bi taybet rêyên nêzî zeviyan diçin û tên , dişopînin. Her wiha ji bo rewşên awarte tiraktor û sahrîcên avê amade kirine.

Hiso bang li şêniyan kir ku hişyar bin û zeviyên xwe biparêzin da ku rê li pêşiya şewatan bigirin.

Cotkarê bi navê Îsa Satuh ê ji gundê Til Tawîl Merşo bal kişand ser li hilberîna îsal li gorî sala borî baş e û ew zeviyên xwe diparêzin. Satuh bang li şêniyan kir ku duvikên caxireyên xwe navêjin nav zeviyan bi taybet xwediyên motorsîklêtan û jêderên quta şêniyan biparêzin.

TEDBÎRÊN KOMÎTEYA ÇANDINIYÊ

Têkildarî  mijarê Mudirê Hilberîna Şînatî ya kantonê Salih El-Xidêr diyar kir ku Komîteya Çandiniyê belavokên hişyariyê girêdayî qedexekirina avêtina bermahiyên kaxizan, duvikên cixareyan, madeyên cam û hesin ên ku dibin sedema şewatan, li şêniyan belav kirine.

Komîteyê bang li cotkaran kir ku pêwîste bendên axî li dora zeviyên xwe danin. Bi taybet zeviyên li nêzî rêyan da ku rê li pêşiya belavbûna şewatan bigirin. Her wiha komîteyên çandiniyê dermana bi navê Grand Ap li aliyên rêyan û di navbera kanalan de reşandin da ku zeviyan ji hev qut bikin.

VEQETANDINA 20 EREBEYÊN AGIRVEMIRANDINÊ JI HER DU KANTONÊN QAMIŞLO Û HESEKÊ RE

Li gorî mudirê Foca Agirvemirandinê ya bajarê Hesekê Ehmed Elî wan nuqteyên bicihbûna tîmên agirvemirandinê li beşên bakur û başûrê bajêr; Mexrûm, Şedadê û Arîşe diyar kirine û gelek herêmên din. Ev tedbîr dê asta derketina şewatan kêm bike. Elî bal kişand ser ku dê 20 erebeyên agirvemirandinê ji bajarê Hesekê û kantona Qamişlo re rêkin. Wan ev erebe beriya çend rojan wergirtibûn.

(şx)

ANHA


Mijarên Din