Tedbîrên pêwîst da ku zeviyên çandiniyê neyên şewitandin

Hevserokê Gerînendetiya Kehrebeyê ya Kobanê Fehed Mihemed bang li cotkarên ku transên wan ên kehrebeyê di nav zeviyan de hene, kir ku parastina derdora cihê transan bikin da ku bûyerên şewatê ji ber xetên kehrebeyê pêk neyên.

Beriya çend rojan li yek ji gundên rojavayê bajarê Kobanê gundê Qorê agir bi zeviyan ket û 3 hektar ji berheman şewitîn, ew yek ji ber tevlihevbûna têlên transê yên kehrebeyê pêk hat.

Gelek transên kehrebeyê di nav zeviyên çandiniyê de hene, ew yek xetereyê li ser zeviyan çêdike, taybet di demsala havînê de dema ku şaşiyek di xetên kehrebeyê de pêk were, dê agir bi hemû zeviyên çandiniyê bixe.

Fehed Mihemed bang li cotkarên ku transên kehrebeyê di nav zeviyên wan ên çandiniyê de hene, kirin ku tedbîrên pêwîst bistînin, taybet dema destpêkirina patosan. Her wiha Mihemed ji cotaran re pêşinyar kir ku herêma derdora transên kehrebeyê biparêzin da ku agirê kehrebeyê li nav zeviyan belav nebe.

Her wiha Hehed Mihemed tekez kir ku wan komîteya destwerdanê ava kir da ku çavdêriya transan bikin û sererast bikin da ku tu şaşî tê de dernekeve.

(jo)

ANHA

 

 

 

 

 

 

 


Mijarên Din