Tedbîrên Rêveberiya Trafîkê qerebalixa sûka navendî ya bajarê Qamişlo kêm kir

Tedbîrên ku Rêveberiya Trafîkê li bajarê Qamişlo girtine, asta qerebalixê di nav bajêr de kêm kir û trafîk jî birêxistin kir. Şêniyên bajêr dibînin ku ev tedbîr xizmeta tevahiya çînên civakê dike.

Rêveberiya Trafîkê ya bajarê Qamişlo hewl da tevgera di nav sûka navendî de birêxistin bike. Tevî girtina tedbîrên pêwîst ji bo parastina şêniyan ji êrişên teroristan.  Rêveberiyê bi rêya tedbîrên ku di vê dawiyê de girtine, heta radeyek mezin karî tevgera di nav sûkê de birêxistin bike.

Di 11`ê Mijdara 2019`an de 3 teqîn li bajarê Qamişlo rû dan, du bi erebeyên bombebarkirî ku yek li nêzî dêra Kildanan bû û ya din li sûka navendî bû. Teqîna sêyemîn bi rêya motorsîklêtekê li nêzî dibistana Amadehî ya Qadîsiye li kolana El-Wihde pêk hat. Di encamê de 6 sivîl şehîd bûn.

Pişît teqînan, Polîsên Trafîkê yekser rêzetedbîr girtin ku li gorî wê rawestandina erebe û motorsîklêtan di nav sûka bajêr û cihên tijî şênî de qedexe kir. Her wiha sûre li aliyên peyareyên kolanên sereke hatin danîn.

Ji dema ku Rêveberiya Trafîkê ew tedbîr girtin, tu êriş di nav bajêr de pêk nehatin. Ev tedbîr heta radeyekê rolek di birêxistinkirina tevgera şêniyan de di nav sûkên bajêr de lîstin. Lê li aliyek din hinek xwediyên dikanan ji ber aciz in.

Idrîs Badînî xwediyê dikana telefonên berîkan li kolana Wihde got: "Ev sûre wek tedbîrek piştî teqînên li bajêr çêbûne, hatin danîn. Bi nêrîna min ev sûre tevgera muşteriyan kêm dikin. Ji ber ku erebe êdî nagihêjin vir. Lê ev tedbîr dikeve xizmeta tevahiya çînên civakê."

Beriya danîna sûreyan li ser aliyên rê, sûka navendî gelek qerebalix bû. Xwediyên erebeyan, erebeyên xwe heta demek dirêj li aliyên rê radiwestandin.

Rêveberiya Trafîkê ya bajarê Qamişlo destnîşan kir ku endamên wê, dihêlin erebe heta 10 deqeyan erebeyên xwe rawestînin, piştî ku ji nasname û erebeya wî piştrast bibin.

Girêdayî mijarê endamê rêveber ê Navenda Trafîkê yê bajarê Qamişlo Îbrahîm Xelîl îşaretpê kir ku ew rewşa xwediyên erebeyan di ber çavan re derbas dikin û got: "Em dihêlin ku ew erebeyên xwe di nav sûkê de rawestînin lê piştî erêkirina polîsên trafîkê û naskirina nasnameya ajoker û sedema ku ji ber wê erebeya xwe radiwestîne. Her wiha dema rawestandinê jî diyar dikin."

Xelîl got: "Heger xwediyên erebeyan dema ku ji wan re hatiye diyarkirin, derbas bikin, polîsên Trafîkê wan li gorî qanûnan muxelefe dikin."

(şx)

ANHA


Mijarên Din