Tehrîr El-Şam nuqteyên xwe yên li ser M4 xurt dike

Çeteyên Heyet Tehrîr El-Şam bendên nuqteyên xwe yên li ser rêya Laziqiyê –Helebê di navbera herêmêa bajarokê Nêreb û bajarê Erîha de xurt dike.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku Heyeta Tehrîr El-Şam bendên axê li ser rêya Laziqiyê-Helebê ya ku herêmêa bajarokê Neyreb û bajarê Erîha digihîne hev, bilind kirin.

Li gorî SOHR’ê ev bend di esas de bi piranî li ser M4 hebûn, lê çeteyên Tehrîr El-Şam di çend saetên borî de baş bilind kirin.

Girêdayî mijarê, komên çete bi rêya dîmenekê ji ser rêya Laziqiyê-Helebê gef li tirk û rûsan xwar ku heke di wê herêmê re derbas bibin.

Hêzên Rûsya û yên Tirkiyê di hefteya borî de  ji ber nakokiyên di navbera wan de yekemîn dewriyeya hevbeş li ser rêya Laziqiyê –Helebê pêk neanîn.  Komên çete jî soza hedefgirtina dewriyeyê da.

(fr)

 


Mijarên Din