‘Tekane rêya têkbirina komployê berxwedana li dijî dagirkeran e‘

Rûspiyên eşîrên Kurd û Ereb ên navçeya Dirbêsiyê anîn ziman ku êrişên li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê berdewama komploya li dijî Rêber Abdullah Ocalan û gotin, tekane rêya têkbirina komployê jî berxwedana li dijî dagirkeran e‘

Îstixbarata Tirkiyê bi hevkariya hêzên cîhanê 15‘ê Sibata 1999`an Rêber Abdullah Ocalan bi komployekê dîlgiritin.

Girêdayî komploya navnetewî ya li dijî Rêber Abdullah Ocalan ku ket sala xwe ya 21‘an de rûspiyên Kurd û Ereb ên navçeya Dirbêsiyê nêrînên xwe bi me re parve kirin.

Rûspiyê eşîra Badîna, Elî Ebas diyar kir ku gelê Kurd di dîrokê de bi qirkirin, çewisandin û bindestiyê re rû bi rû mane, hîn jî şoreşa ku fikir û felsefeya Rêber Ocalan ji xwe re esas girtiye tê çewisandin.

Ebas tecrîda li dijî rêbertî wekî sînorkirina belavkirina fikirê Ocalan yê demokratîk bi nav kir û got: "Ocalan banga parastina çand û zimanê gelên bindest dike, ku çand û zimanên gelên din lê hatiye ferzkirin."

Ebas anî ziman ku şoreşa Rêber Abdullah Ocalan li her çar parçeyên Kurdistanê berbelav bû, ji ber vê yekê dijminên mirovahiyê rêbertî dîlgirtin û ew xistin girtîgeheke yekekesî, ji ber ku ji bo sîstema xwe xeter dibînin.

Rûspiyê eşîra Badîna Elî Ebas bal kişand ku êrişên artêşa Tirk û çeteyên wê yên li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û dagirkirina beşek ji xaka van herêman, mîna bajarê Serêkaniyê û Girê Spî berdewama komployê ye û got: "Tekane rêya têkbirina vê komployê, berxwedana li dijî dagirkerî û çeteyan e."

Rûspiyê eşîra El-Wilda ya Ereb Îbarahîm Ehmed komploya navneteweyî şermezar kir û got: "Komploya li dijî rêbertî hîn jî berdwam e, lê belê bi şêwazên cuda. Isbata vê yekê êrişên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û gefên serokkomrê Tirkiyê Receb Teyyîp Erodgon e."

Ehmed destnîşan kir ku, gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê di nav de gelê Ereb şopdarên felsefeya Ocalan’ın, ji ber fikirê dîmokratîk û Şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê nûnertiya projeya neteweya demokratîk dikin û bi saya vê bi ser ket.

(eh)

ANHA


Mijarên Din