Tekoşîna bi vîn û bawerî

Rêya berxwedanê hilbijartin û di şerê li dijî dagirkeran de birîndar bûn. Lê ev li pêşiya domandina xeta berxwedanê nebû asteng. Dibêjin ku wan bawerî ji hevrêyên xwe yên şehîd girtine û dê tekoşîna xwe berdewam bikin heta armancên hevrêyên xwe bi cih bînin.

Şervanên ku di oxira rêgezên ku pê bawerin de parçe ji canê xwe dane û xeta têkoşînê didomînin da ku bighêjin armancên xwe ya avakirina welatekî demokratîk û azad. Alan û Siyamend ku herdu şervanin serpêhatiyên wan ji hev ne dûr in. Xala hevbeş a di navbera wan de berxwedan û israr e.

Serpêhateya Alan Hemê sala di 2016‘an dest pê kiriye. Wê demê 18 salî bûye. Alan bi armanca ku hevalên xwe û azadiya gelê xwe biparêze tev li Yekîneyên Parastina Gel (YPG) bûye. Şervanê YPG‘ê Alan beşdarî şerên li dijî êrişên komên çete yên bi ser dewleta Tirkiyê ve dibe.

Alan di derbarê tevlêbûna xwe ya YPG’ê ji ANHA‘yê re axivî.

"Bi destpêka şoreşê re min hewl da tev li YPG‘ê bibim. Lê temenê min biçûk bû û tevlêbûna min nehat qebûlkirin. Ji ber vê yekê ez li bendê mam heta ku bûm 18 salî. Ez di sala 2016‘an de tevlî YPG’ê bûm."

Dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kirin, Alan û hin hevalên xwe diçin Efrîn’ê û li eniyên pêş li hemberî dagirkeran disekinîn.

Alan wiha behsa serpêhatiya xwe ya wê deme dike: "Em çûn Efrînê da ku xak û rûmeta xwe biparêzin, tevî dorpêç û topbarana dijwar em ji cihê xwe yên li gundê Dêr Sewan derneketin. Bi hemû hêza xxwe me xaka xwe parast."

Bi dijwariya êrişan re hevalekî Alan birîndar dibe. Alan dema hewl dide wî bibe cihek tenduristiyê topek artêşa Tirk li nêzî wî dikeve û serî wî li erdê dikeve. Di encam de bi giranî birîndar dibe.

ARMANCA ME XEYALÊN RÊHEVALÊ Bİ CİH ANÎNE

Siyamend Hemo jî yek ji şervanên YPG’ê ye. Hemo di sala 2014‘an de tev li YPG‘ê dibe, beşdarî berxwedana taxa Şêxmeqsûdê ya li dijî komên çete dibe. Dema nuqteyan ji bermahiyên çeteyan paqij dike, ji ber teqîna mayînekê destê wî yê rastê jêdibe.

Siyamend der barê vê yekê de wiha axivî: "Min parçeyek ji canê xwe winda kir. Lê ez di wê baweriyê de me ku dikarim têkoşînê ya li ser xeta hevalên me yên şehîd bidomînin ta armancên wan bi cih bên."

Tevî hişyariyên bijîşkan ji xeteriya birîna Alan ku divê zêde tevnegerê jî, lê di berxwedanê de bi israr e. Alan niha wekî lîstikvanekî futbolê cihê xwe di nava Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê de digire û beşdarî gelek lîstikan bûye.

Alan li ser vê biryara xwe wiha axivî: "Min feraseta di berxwedanê de israr ji hevalên xwe yên şehîd girt. Ez wan wekî pêşengên jiyana xwe dibinim. Yek ji wan jî şehîd Karker ê ku ez jê fêrî israrê kirim. Ez fêr kirim ku berdêl çiqas giran be jî divê em ji bo pêkanîna armancên xwe tekoşînê bikin. Şehîd Karker di wê baweriyê de bû ku şoreş rêya herî rast û pêwîst a ber bi azadiyê ve ye."

Siyamend ê ku destê wî jê bûye nikare çekê rake, tev li Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyê bûye û beşdarî hemû çalakiyên tevgerê dibe.

Siyamend dibêje: "Dibe ku destê jêbûye, lê çavê min dibinin. Ez dikarim xizmeta civakê bikim. Baweriya min bi rêgezên netewa demokratîk heye. Ramanê Rêber Abdullah Ocalan israra min zêde dike. Ji bo parastina şoreşa Rojava û destkeftiyên gelê xwe amade me çi were xwestin bikim."

ANHA


Mijarên Din