Telal Mihemed: Berpirsyarê parçekirina xaka Sûriyê, Rejîm e

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed diyar kir ku rejîma Sûriyê berpirsyarê parçekirina xaka Sûriyê ye û got: “Sedema sereke ya parçekirina Sûriyê bêdengiya rejîmê ye. Ji ber ku Rejîm beşdarî diyaloga Sûrî-Sûrî nebû, rê li ber dewletên herêmî, biyanî û rêxistinên terorîst vekir ku destwerdana herêmê bikin.”

Dewleta Tirk a dagirker bi armanca parçekirina xaka Sûriyê di demên dawî de, di navbera Efrîn û Şehbayê de dîwaran lêdike. Di vê çarçoveyê de ji gundê Meyremîn ê li bakur heta bajarokê Cilibel ê li rojayê başûr bi dirêjahiya 70 km dîwar lêkir.

Li ser vê mijarê hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed ji ajansa me re axivî û got: "Bajarê Efrînê beşek ji Kurdistanê ye û di aliyê zagonî û navdewletî de beşek ji xaka Sûriyeyê ye."

Telal destnîşan kir ku Tirkiye ji destpêka aloziya Sûriyê ve polîtîkeyên guhertina demografîk, paqijkirina çandî û dîrokî pêk tîne.

Telal Mihemed li ser armanca Tirkiyê ya lêkirina dîwaran ev tişt got:  "Armanca Tirkiyê ji vê yekê ew e ku Efrînê tevlî Tirkiyê bike. Wekî çawa Lîwa Îskenderon a Sûriyê di encamên lihevkirinên Sûriya û Tirkiyê de tevlî axa Tirkiyê hate kirin. Niha mijara lêkirina dîwaran heman tişte, ji mijara Lîwa Îskenderon dûr nine."

Telal her wiha got: "Heger lihevkirineke di navbera rejîma Sûriyê û Tirkiyê bi sponseriya Rûsya li ser Efrînê hebe, ev yek dê xeteriyeke pir mezin li ser tevahî herêmê bike. Ji ber ku Tirkiyê hemû hewldanên xwe dike da ku demografiya herêma biguhere û planên xwe yên dagirkirinê temam bike."

Mihemed di nava axaftinên xwe destnîşan kir ku armanca din a lêkirina dîwaran li derdora Efrînê ew e ku Tirkiye komên Îslamî yên li Efrînê biparêze û wiha pê de çû: "Piştî ku mijara DAIŞ‘ê bi dawî bû çavê her kesî li çareserkirina aloziya Sûriyê û mijara Idlibê ye. Ji ber ku heger şerek li Idlibê rû bide komên çete dê biçin Efrînê, bi vê yekê Tirkiye dê wan çeteyan biparêze."

Telal Mihemed bal kişad ser bêdengiya rejîma Sûriyê ya û wiha axivî: “Rejîma Baas ji dema hatiye ser hikum heya niha, bi desthildariyê ve girêdayî ye. Hebûna xwe diparêze. Jê re ne xeme ku Sûriye were parçekirin, derdê wî ew e ku hebûna xwe biparêze."

Hevserokê Partiya Aştiya Demokratîk Telal Mihemed di dawiya axaftina xwe de got: "Sedema sereke ya parçekirina Sûriyê bêdengiya Rejîmê ye û wiha axivî: “Ne beşdarbûna Rejîmê ji diyalogên Sûrî re rê ji dewletên herêmî, biyanî û rêxistinên terorîst vekir ku destwerdana herêmê bikin.”

(bb)

ANHA


Mijarên Din