Temellî têkildarî desteserkirina şaredariyan bang li raya giştî, partî û saziyan kir

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî nerazîbûneke tund nîşanî desteserkirina şaredariyan da û got, "Desthilatdarî êdî nerewa ye." Temellî bang li raya giştî, partî û saziyan kir ku di nava têkoşîna demokrasiyê de bibin yek.

Hevserokê Giştî yê HDP'ê Sezaî Temellî, di dema navberdayina civîna Desteya Rêveberiya Navendî ya HDP'ê de ji çapemeniyê re axivî.

Temellî destnîşan kir ku îro ji bo dîroka Tirkiyeyê roj û rûpeleke tarî ye û got, "Di 19'ê Tebaxê de darbeyeke din a sivîl li dîroka Tirkiyeyê zêde bû. Wê bi vî rengî bê bîra mirovan. Îro sibehê sê hevşaredarên me yên bajarên mezin ji wezîfeyê hatin dûrxistin û qeyûm xistin şûna wan. Ev desthilatdariya ku welê lê hatiye ku bêyî qeyûm nikare welêt bi rê ve bibe, ji aliyê siyasî ve dibêje; ez êdî nikarim welêt birêvebibim."

Temellî anî ziman, her ku desthilatdarî nikare welêt bi rê ve bibe bêhtir tundiyê rewa dibîne û destnîşan kir, her ku desthilatdarî rewatiya xwe winda dike zext û rejîma qeyûm li gelên Tirkiyeyê ferz dike. Temellî got, "Darbeya 19'ê Tebaxê, darbeya sivîl domdariya kevneşopiya darbeya 12'ê Îlonê ye. Mekanîka darbeyê didome. Demeke dirêj em di bin rejîma Rewşa Awarte de man... Niha jî bi rengekî nixumandî rejîma Rewşa Awarte li me ferz dikin."

Temellî bal kişand ser xwedîderketina gel a li îradeya xwe û got, "Lê belê niha li kolanên Amedê zilm heye, tundî heye. Dewlet bi TOMA'yan bi gazê êrîşî mirovên ku xwedî li şaredariya xwe derdikevin dike. Dewlet êdî bêhiqûqe. Dewlet ji dstûra bingehîn dûr ketiye. Bi destê vê desthilatdariyê saziyên demokratîk tê tasfiyekirin."

Temellî destnîşan kir ku wê di hemû rêveberiyên xwecihî de, di hemû zemînên demokratîk ên rewa de, têkoşîna xwe ya demokrasiyê bidomînin û got, "Em careke din dubare dikin; ew têk çûn wê careke din têk biçin. Em bi ser ketin, em ê careke din bi ser bikevin."

Temellî anî ziman, çawa ku wan di 23'ê Hezîranê de bi hev re di hilbijartinê de di bingeha demokrasiyê de li hev kom bûn û bersiv dan van pêkanînan, wê careke din bersivê bidin pêkanîn.

Temellî bang li raya giştî ya Tirkiyeyê, partiyên siyasî, rêxistinên civakî yên sivîl, sendîka, komeleyên mafên mirovan û raya giştî ya demokratîk kir û got, "Dem ew dem e ku em di bingeha demokrasiyê de, di bingeha siyaseta demokratîk de, di têkoşîna demokratîk de bibin yek. Em ê ti carî vê zemînê neterikînin. Mîna oh em ê îro û sibe jî di vê zemînê de mafê xwe yê têkoşîna rewa pêk bînin."

Temellî destnîşan kir ku têkoşîna demokrasiyê wê bi ser bikeve.


Mijarên Din

Erdogan dîsa gef xwar