Teqîna Beyrûtê parçekirina gelê Lubnanê zêdetir kir

Wekî her carê îro jî Lubnan dabeşî du beşan bûye. Tîma yekê daxwaza komîteyeke lêpisînê ya navnetewî der barê teqîna perava Beyrûtê de dike. Tîma din jî wê yekê red dike bi behaneya "Aramnca daxwazê wendakirina rastiyê ye", doza lêpirsîneke hundirîn dike.

Di demekê de ku bi hezaran malbatên Lubnanî zêdetirî 160 kuştiyên xwe vedişêrin, zêdetirî 5 hezar birîndarên xwe derman dikin û hewl didin zêdetirî 300 hezar kesî bi cih bikin, nakokiyên siyasî yên eşkere û veşartî dewam dikin. Vê carê jî nakokî di navbera piştevanên pêkanîna lêpirsîneke navnetewî ji bo eşkerekirina dateyên keraseta perava Beyrûtê û dijberên wê de ne. Her aliyek ji wan xwedî sedem û faktorên eşkere û veşartî ye.

Di dateyan de, çavkaniyên siyasî yên Lubnanê hemwextî xîtaba sekerterê giştî yê Hizbullahê Hesen Nasirallah eşkere kir ku serkerterê Hizbullah û serokê hikumetê Mîşal Ewn ji bo redkirina avakirina komîteyeke lêpirsînê ya navnetewî li hev kirine.

‘BAWERIYA ME BI ZANGONSAZA LUBNANÊ NÎN E’

Têkildarî mijarê, nivîskar û rojnamevanê Lubnanî Yûsif Diyab wiha got: "Daxwaza lêpirsîneke navnetewî ji serokên hikumetên berê, tevgera Pêşerojê, Partiya Hêzên Lubnanê, Partiya Pêşverû ya Sosyalîst û ketîban dest pê kir. Ji ber ku baweriya van hêzan bi zagonsaza Lubnanê û hêzên ewlehiyê tune ye. Her wiha ji ber ku zagonsaz û hêzên ewlehiyê li Lubnanê j aliyê Ehid û tevgera wê (tevgera niştîmanî ya azad) ji aliyekî ve û Hizbullah ku serweriya Lubnanê dike ji aliyekî din ve, rastî zextên siyasî û partiyatî tên.”

Diyab wiha axaftina xwe berdewam kir: "Ji gelê Lubnanê re ne girîng e ku teqîn bi zanabûn an bi şaştî pêk hat. Ya girîng ew e ku Beyrût hate rûxandin, bi hezaran malbat bi cih û war man, zêdetirî 150 şehîd û bi hezaran birîndar çêbûn. Lewra ew daxwaza lêpirsîneke zelal dikin ku bigihêjin rastiyê."

‘TIRSA TÎMEKE LUBNANÎ JI LÊPIRSÎNA NAVNETEWÎ’

Çima tîmeke Lubnanî ya ji Tevgera Niştîmanî ya Azad, serokê hikumetê, Hizbullah û sekerterê giştî yê Hizbullahê pêk tê, lêpirsîna navnetewî red dike û li ser lêpirsîneke Lubnanî îsrar dike?

Rojnamevanê Lubnanî wiha ji ANHA`yê re piştrast kir: "Dibe ku lêpirsîna navnetewî bigihêje rastiyekê û tiştên veşartî ku ev alî naxwazin bizanibin, eşkere bike. Ev yek gumanan çêdike ku têkiliya Hizbullahê bi  tewîna depoya li peravê Beyrûtê heye. Rastiya siyasî û encama wê dê mezin bin. Ji lewra ev aliyên siyasî berpirsyariya encamên wê hilnagirin."

Diyab dûr xist ku li pişt daxwaza lêpirsîneke navnetewî armancên siyasî hebin û got: "Lê belê ew xwesteka eşkerekirina rastiyê ye. Dizanin ku zangonsaza Lubnanê û hêzên ewlehiyê di lêpirsînê de nagihêjin encamekê. Ji ber ku kesên lêpirsînê bi rê ve dibin rastî zextan tên û dibe ku xeteke sor an deriyekî girtî be ku lêpirsînê bixetimîne. Bi vê yekê dê xwîna qurbaniyên vê kerastekê vala biçe. Îro, em dixwazin ku bizanibin çi çêbû û kî berpirsyar e. Divê li pêşiya gelê Lubnanê û tevahî cîhanê hesab ji wan bê xwestin."

‘TÊKÇÛNA RÊXISTINBÛNA SIYASÎ’

Dibe ku girîng be ku aliyên siyasî yên Lubnanê di vê qonaxê de hevgirtî bin. Lê belê ya girîng ji bo nivîskarê Lubnanî ew ku: "Gelo dê gelê Lubnanê piştî îro vê rêxistinbûna siyasî li ser hikumê qebûl bike? Kolana Lubnanî vê yekê red dike. Tê payîn ku ev bibe sedema guhertineek siyasî ya li Lubnanê ku pê re qonaxa tebeqeya gendeliyê ku zêdetirî 40 salî ye Lubnanê bi rê ve dibe, bi dawî bibe û Lubnan derbasî qonaxeke nû ya îstiqrarê bibe."

Nivîskar Yûsif Diyab wiha nirxandina xwe dewam kir: "Di rewşa heyî de li gel vê rêveberiya tebeqeya gendeliyê ku bû sedema van kerasetên aborî, diravî, tenduristî, civakî û ewlehî li Lubnanê, ne pêkan e ku Lubnan bigihêje îstiqrarê û aramiya rewşa siyasî, ewlehî, aborî û civakî."

Xuya ye ku ne tenê beşekî mezin ji Lubnaniyan baweriya xwe bi vê tebeqeya siyasî naynin, lê belê dewletên ku alîkariya Lubnanê dikin jî pê ne bawer in. Nivîskarê Lubnanî wiha dibîne: "Em nikarin baweriyê bi dewleta Lubnanê û saziyên wê bikin, ji ber ku li ser gendeliyê ava bûne û serokên wan xerab in. Em baweriya xwe bi civaka navxweyî ku alîkariya xelkê kir û alîkariyên dewletên heval dikin. Tiştê balkêş ew ku ev alîkarî ji bo hikumeta Lubnanê yan hêzên ewlekariyê nehatin radestkirin, lê belê radestî balyozxaneyan hatin kirin, ku ew ji aliyê xwe ve bi hevkariya komeleyên navxweyî yên hundirîn ên pêbawer an bi hevkariya bi rêxistinên girêdayî NY`yî re, belav dikin."

XÎTABA NASIRALLAH A "PARASTINÊ"

Girêdayî heman mijarê, nivîskar û rojnamevan Welîd Şixêr wiha got: "Li gel hêrsa gel a li dijî hikumeta heyî sekerterê Hizbullah Hesen Nasirallah di daxuyaniya xwe ya yekê der barê kerasetê û helwesta aliyên siaysî, gelêrî û çapemeniyê de, wekî parêzvan xuya kir."

Şixêr wiha pê de çû: "Yek ji faktorên ku bal kişand ser Hizbullahê ew e ku ekîba televizyona Menar a girêdayî wê beriya hemû dezgehên çapemeniyê derbasî cihê teqînê bû da ku şewata mezin ku êvara 4`ê Tebaxê rû daye, bikişîne. Kenalên din ên televizyonê wêneyên ambolansên Desteya Tenduristiyê ya Îslamî ya girêdayî Hizbullahê ku di roja din de derbasî herêma ku hêzên ewlehiyê qedexe kiriûb dibin, belav kir. Vê yekê hişt ku nûçegihanên kenalên din ji rayedarên partiyê bipirsin ku tiştek di beşê hejmar 12`an de tê depokirin an na?"

SEDEMA TEQÎNÊ BIHEVXISTIN (LIHÊM) E!

Di vê der barê de, zagonsaza Lubnanê lêpirsînên li ser teqîna perava Beyrûtê de berfireh kir, ku ne tenê karmend û rêveberên peravê girtin nava xwe lê belê lêpirsîn bi berpirsên mezin ên rêveberiya peravê de û di serî de rêveberê giştî yê gumrikê Bedrî Dahir, rêveberê berê Şefîq Meriî û rêveberê peravê Hesen Qirtêm re pêk hat û li ser daxwaza dadgeha leşkerî hatin sînordarkirin.

Çavkaniyên ku doza lêpirsînê dişopînin tekez kir ku xebatên komîteya lêpirsînê ya bi serokatiya serokê hikumetê Hesan Diyab bi dawî bûye û gihîştine vê encamê: "Di dema bihevxistinê (lihêmê) de çirûskeke agir firiyaye û gihîştiye depoyê teqameniyê. Destpêkê şewat derketiye piştre madeyên teqameniyê teqiyane û herî dawî jî depoyê Nîtrastê amonit ku li peravê bû teqiya."

Çavkaniyan ragihand ku ji nava kesên hatin sînordarkirin 3 karmendên ji Sûriyê ne ku deriyê beşê teqameniyan lihêm dikirin, ku di lêpirsînê de gotin ew hatibûn erkdarkirin û haya wan ji madeyên depokirî yên li paş derî tune bû. Her wiha da zanîn ku beriya teqînê bi saetekê wan karê xwe xilas kir û ji peravê derketin, piştre hat diyarkirin ku çirûskeke agir di dema lihêmê de firyaye hundirê beşê teqameniyan û şewat derketiye. Piştre wekî ku di dîmenên destpêkê de xuya bûye, teqîneke biçûk rû daye ku piştî wê yekê madeyên Nîtratê teqiyane.

Çavkaniyan tekez kir ku: "Asta paşguhkirinê di vê dozê de mezin bû û gihîşt astekê ku haya berpirsê karên restorekirinê bi madeyên di hundir de tune bû. Diviyabû ku rêveberiya peravê wî ji hebûna madeyên teqandinê yên bi hêz agahdar bike da ku di dema karê xwe de hişyar ba."

ÎHTIMALA KU DEPO BI MOŞEKAN HATIBE TEQANDIN, DÛR E

Tevî ku di ser teqînê re gelek roj derbas bûn jî, lê belê heta niha sedemên rastîn ên teqîna depoyê "Nîtratê Amonit" nehatine eşkerekirin. Lê belê çavkaniyekî ewlekariyê diyar kir ku: "Lêpirsîn nêzî eşkerekirina sedemên teqînê dibe" Çavkanî îhtîmala ku depo bi moşekekê hatibe teqandin het radeyeke mezin dûr xist û tekez kir ku psporên teqînê yên Lubnanî û Fransî wêneyên ku hêzên asîmanî û yên baregeha deryayî ya nêzî peravê Beyrûtê girtine dîtin û hat xuyakirin ku dîmenên di malperên tevna civakî de hatine parvekirin ku ketina moşekekê li cihê teqînê diyar dikin, wêneyên ne rast in û hatine çêkirin.

Heman çavkanî îhtimala "karekî terorî" dûr nexist û destnîşan kir ku îhtimala ku "Nîtratên amonit ji ber çirûska agir a di dema bihevxistina deriyên hesinî de hatine teqandin", ji sedî sed ne rast in. Her wiha daxuyand ku madeyên Nîtratê bi hêsanî nayên teqandin û ji bo teqandinê pêwîstiya wan bi pileyeke germahiyê ya bilind ku digihêje 220 pileyî heye, yan jî heke madeyeke avî ya germ bi ser de biherike, diteqin.

Li ser pirsekê, çavkanî piştrast kir ku heta niha di lêpirsînan de nîşaneyên balafirên Îsraîlê yan bombebarana bi moşekan ku teqîn ji ber pêk hatibe, nehatine tespîtkirin û eşkere kir ku radarên artêşa Lubnanê tiştekî bi vê rengî neşopandine. Lê belê lêpirsînên girêdayî vê îhtimalê hîna berdewam in û sedî sed bi encam nebûne.

Çavkanî destnîşan kir ku di lêkolînkirina axa cihê teqînê de ji bilî bermahiyên madeya Nîtratê tiştek nehatiye dîtin. Her wiha bermahiyên moşekan jî nehatine dîtin. Lê belê di lêpirsînên di vê warî de heta bidesxistina wêneyên ku ji asîman ve hatine girtin, berdewam bike.

Wekî her carê helwesta partiyên Lubnanê ji dozên siyasî, cuda ye. Ne diyar e ku dê encamên lêpirsîna tê kirin rastî qebûlkirina hemû blok û tevgeran bê. Ji ber ku hikumeta daxwaza eşkerekirina rastiyê bi temamî dike, dijberê wê jî bi serkêşiya Tevgera Pêşerojê erkdarkirina psporên navnetewî ji bo birêvebirina lêpirsînê, wekî derfeta bikaranîna hêrsa gel û hêrsa cîhanî dibînin.

(cx)

ANHA


Mijarên Din