‘Teqînên duh, hêz û vîna me di şerê fikra DAIŞ’ê de xurt dikin’

Meclisa Sivîl a Reqayê têkildarî teqînên ku duh bajarê Reqayê hedef girt û di encamê de gelek sivîl, jê jin û zarok, şehîd bûn, daxuyaniyek weşand.

Duh şaneyeke terorîst kombûneke sivîlan li rex Çerxerêya El-Neîm a naverasta bajarê Reqayê kir hedef. Her wiha erebeyeke bombebarkirî teqand û di encamê de gelek kes şehîd û birîndar bûn.

Tevahî endamên Meclisa Sivîl a Reqayê îro li hola civînan a meclisê kom bûn da ku daxuyaniya ku ji hêla hevserokê Meclisa Sivîl a Reqayê Mişlib Derwîş ve hatiye xwendin, bidin.

Daxuyanî wiha ye:

"Bûyera terorîstî û hovane ya ku duh rû daye, ji hêla hemû şerîet û nirxên mirovî û asîmanî ve redkirî ye ku şêniyên sivîl li Çerxerêya Azadiyê (Sebe Behrat) saet di 09:24’an de kiriye hedef, ne ji nişkan ve û ne ku nepêşbînkirî bû. Ji ber ku kesê pêk aniye û bi vê rêbaza sosret, nîşaneya îflaskirina kesên ku li paş in û nikaribûna wan a leşkerî ku tê de bi bin ketine, diyar dibe. Li gel wan jî ji bilî van rêbazên kirêt û erzan ên ku îşareta kîn û nefreta wan diyar dibe, nemaye. Lê ev jî ji me tê xwestin ku zêdetir baldar û bihêz bin li hember ajan û çeteyan û bi destên ji hesin li kesên ku van kiryarên sosret dikin, bidin.

Meclisa Sivîl a Reqayê tevî hemû komîte û endaman serxasiya malbatên şehîdan ên ku duh şehîd bûne, dike. Li rexê tedawiya lezgîn a birîndariyan jî dixwaze. Di heman demê de jî israr û vîna xwe ya şopandina erka niştîmanî û exlaqî tekez dike ku dê her tim li ser peyman û sozên xwe yên serxistina projeya neteweya demokratîk û biratiya gelan di civaka azad û birûmet de bin.

Silav ji şehîdan re û tedawiya lezgîn ji birîndarên me re û bimire diminahiya mirovahî, azadî û rûmetê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din