‘Teqînên li Srî Lankayê tola êrîşên li Zelandaya Nû ye’

Wezîrê parastinê yê Srî Lankayê îro ragihand ku teqînên li welêt pêk hatin, wek tolhildana êrîşên li hember her du mizgeftên li Zelandaya Nû bû.

Wezîrê parastinê yê Srî Lankayê Ruwan Wijewardene got di lêpirsîn û lêkolînên der barê êrîşên li Srî Lankayê de derketiye holê ku êrîş wek tolhildana êrîşên li bajarê Christchurch ê Zelandaya Nû hatine kirin ku di meha derbasbûyî de 2 mizgeft hedef girtibûn û di encamê de zêdetirî 50 kesan jiyana xwe ji dest dabû.

Îro jî hikumeta Srî Lankayê ragihand ku hejmara qurbaniyan gihaşt 310 kesan û hejmara birîndaran jî gihîşt 500 kesî.

(jo)


Mijarên Din