Tevî agirbestê topbarana li "Herêma bêçek" didome

Rexmî ragihandina agirbestê li "Herêmên bêçek" topbarana di navbera çeteyên Tirkiyê û hêzên Rejîma Sûriyê de didome

Hate ragihandin ku çeteyên dagirkeriya Tirk bi roketan nuqteyên hêzên rejîma Sûriyê yên li derdora Til Hewaş a Geşta Xabê û derdora Qesabiyê ya gundewarê başûrê Idlibê topbaran kirin. Ji aliyê xwe hêzên rejîmê ve bi obusan herêma Zekat û Keferzeyta yên gundewarê bakurê Hemayê topbaran kirin, di heman demê de balafirên keşfê li ser herêmê geriyan.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku çeteyên Tirkiyê kolana Nîl a bajarê Helebê ya di bin serweriya rejîmê de topbaran kirin, di encamê de birîndar cêbûn.

Rejîma Sûriyê bi mercên ku Tirkiyê lihevkirina Soçî ya 17‘ê Îlona 2018‘an di navbera Rûsya û Tirkiyê de hatibû îmzekirin pêk bîne, duh agirbsesta li herêma bêçek erê kir. Li gorî lihevkirina Rûsya û Tirkiya diviyabû çete 20 km ji herêma bêçek vekişiya, lê Tirkiyê lihevkirin pêk ne anî.


Mijarên Din