Tevî agirbesta Rûsya, herêmên "kêmkirina şer" hate bombebarankirin

Piştî 2 saetan ji ragihandina agirbesta Rûsyayê li parêzgeha Idlibê, balafirên rejîm û Rûsya herêmên bi navê "Kêmkirina şer" bombebaran kir.

Balafirên rejîma Sûriyê û Rûsya herêmên bi navê kêmkirina şer bombebaran kir, di demeke ku Rûsya agirbest li parêzgeha Idlibê ragihand.

Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê diyar kir ku helîkopterên rejîmê bermîlên teqemebiyê avêtin El-Hebît, derdora Kerfir Nibil, Xan Şêxûn û Ehsem li bejahiya başûrê Idlibê, bi wê yekê, dibe 45 caran ku balafirên êrîşî herêmên derdora El-Mesûtê, Erîha, Kefirzîta, El-Latmanê, Xan Şêxûn, El-Zekat, Hesraya û El-Erbîn li bejahiya bakurê û bakur rojavayê Hemayê û gundewarên başûr û rojava, kir.

Her wiha balafirên şer a rejîmê êrîşî gundê Kefri Sencê li gundewarên başûrê Idlibê kir, balafirên Rûsya  jî herî kêm 4 caran Kefir Zîta û carekê li ser El-Cebîn bombebaran kir.

Hêzên rejîmê bi zêdetirî 300 topavêj û moşek derdora eniyên  li gundewarên Hema û Idlibê kir hedefa xwe, her wiha 190 top û moşek avêtin Morik, Kefirzîta, Seyad û çiyayê Şehşibû li gundewarên bakurê Hemayê, El-Temanê, Sekîk mera Hermê, Xan Şêxûn, Kefir Nebil, Ehsem û Has li başûrê gundewarê Idlibê.

Navenda Çavêderiya Mafên Mirovan a Sûriyê got di encama bombebaran li ser herêmên bi navê kêmkirina şer, gelek qurbanî çêbûn.

(jo/kc)

 


Mijarên Din