Tevî belavbûna vîrusê jî pabendiya bi bergiriyan kêm e

Tevî Koronavîrusê li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê belav bûye û tevî ferzkirina qedexeya derketinê li herêmê, lê hin şêniyên navçeya Dirbêsiyê tedbîrên pêwîst pêk naynin û hin ji wan jî li gorî tedbîran tev digerin.

Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê heta 20`ê Tebaxê qedexeya derketinê li herêmê ferz kiriye. Ev yek hat kirin piştî ku hejmara nexweşên Koronavîrusê (Covid-19) zêde bû û gihaşt 86’an û 4 kesan jî jiyana xwe ji dest da.

Tevî tedbîrên pêwîst û ferzkirina qedexeya derketinê li herêmê lê hin şêniyên navçeya Dirbêsiyê pabendî bi tedbîran nakin û xetereya vê vîrusê nas nakin.

Welatiyê bi navê Mihemed El-Emo got: "Koronavîrus ne nexweşiyeke ku mirov xwe jê neparêze wekî ku şêniyên navçeyê dikin. Ev vîrus pir xeternak e. Divê em xwe jê biparêzin. Divê em li gorî biryaran tev bigerin, bi tabyet piştî ku vîrus li herêmên me zêde belav bûye."

Mihemed El-Emo wiha domand: "Heger vîrus zêdetir di nava gel de belav bibe, rewş dê xeternaktir be. Ji ber derfetên Rêveberiya Xweser kêm in, nikare hemû nexweşan derman bike. Mezintirîn dewletan heta niha derman ji vîrusê re nedîtine çawa li herêmên me ku rojane rastî êrişan tên."

Mihemed El-Mamo kêfxweşiya ji ber biryara Rêveberiya Xweser der barê qedexeya derketinê eşkere kir û wiha dawî li axaftina xwe anî: "Divê rêveberî qedexeyê zêdetir bike. Em jî divê alîkariya rêvberiyê bikin, di malên xwe de bin û ne pêwîst be em dernekevin."

Welatiya bi navê Xelxa Osman ya 60 salî diyar kir ku mask di dermanxaneyan de peyda nabin û dev û pozê xwe bi şalan digirin.

bx

ANHA


Mijarên Din