Tevî cezayan jî  Tirkiye neftê ji Îranê werdigere

Rojnameya New York Times kifş kir ku Îran bi rêya şandina keştiyên neftê ber bi Tirkiye, Çîn û hinek dewletên din ve cezayên Amerîkayê binpê dike.

Erebiye Net ji rojnameya New York Times a Amerîkayê raginad ku Çîn, Tirkiye û hinek dewletên din ji gelek keştiyên Îranê neftê werdigirin.

Tê zanîn ku ji Gulana derbasbûyî ve Amerîkayê cezayên tund der heqê hawirdeyên neftê yên Îranê de birîne û liv û tevgera 70 keştiyên Îranê dişopîne.

Derket holê ku 12 keştiyên Îranê neft ji benderên Îranê hilgirtin û ber bi Çîn û Deryaya Spî ve çûn û Sûriye û Tirkiyê jî dikirin.

Di encama lêkolînê de diyar bû ku rêwîtiya keştiyên Îranê dibe ku li ser vî esasî were dabeşkirin, 6 keştî neftê ji Çînê re vediguhêzin û 6`ên din jî ji Deryaya Spî re vediguhêzin.

Gelek keştiyên Îranê dema Qenat El-Swês derbas dikirin, devera xwe eşkere nedikirin, lê hûrgiliyên keştiyê diyar dike ku barê xwe li Deryaya Spî vala dikin û li gorî dahurandinan aliyên sereke Tirkiye û Sûriye ne.

Şirketa wetenî ya Îranê xwedî keştî ye û cezayên Amerîkayê 11 keştiyan ji eslê 12 dike armanc û keştiya 12`an li Hong Kongê tê tomarkirin.

Wezîrê karên derve yê Amerîkayê Mike Pompoe got: "Em baş dizanin ev keştî bi ku ve diçin, em li ku derê binpêkirinan bibînin em ê bi hemû hewldanên xwe şerê wê bikin."

Cezayên Amerîkayê di qada aboriya Îranê de gelek bandor kir û hinardeyên Tehranê ji neftê re ji 2 milyonan daxist 500 hezar bermîlî, lê hêj jî hinardeyên wê bi dawî nebûye wekî ku Washington li bendê bû.

(eh) 


Mijarên Din