TEV-DEM’ê bi boneya Roja Şehîdan daxuyaniyek da

TEV-DEM’ê bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan daxuyaniyek da û îşaret pê kir ku şehîd mîrasên neteweyî ne û xwîna ciwanên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi hemû pêkhateyên xwe tevlihev bûye û şehîd bûne sembola jiyana hevbeş.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya 18’ê Gulanê Roja Şehîdan daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Daxuyanî wiha ye:

“Em wek TEV-DEM’ê gewretirîn ayetên rêzdariyê pêşkêşî rewanên şehîdan dikin. Her wiha qonaxên ku bi serfiraziyên mezintirîn re bi dawî bûne, bi saya qurbaniyên şehîdên gewre bi encamên têkoşîn û lehengiyên me bûn jî. Bi vê boneya binirx a 18’ê Gulanê, serê xwe li ber şehîdên azadiyê yên Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin.

Li aliyekî dîtir jî spasî û silavan ji malbatên şehîdan re pêşkêş dikin û vê boneya pîroz ku ji bo gel kezebên xwe feda kirine, li wan pîroz dikin. Ji aliyê xwe ve jî em watetirîn digirin û serê me pê bilind e.

Di rastiyê de şehîd mîrasa netewe û xezenên wan in. Bi van nirxên sinc û exlaqî têkoşîna didome û geş dibe. Bi wê re jî rihê berxwedanê û fedakariyê digirin û bandora wê fireh dibe. Ji lew re dibe hêz û vîneke xurt li hember dagirkeran.

Li Rojava rista şehîdan gewretirîn û bibandortirîn bû heta bû çandek û bandora wê di civakê de hêdî hêdî zêdetir bû. Bi berdewama vê berxwedanê û li rêça wê şopandin, wek şehadeta şehîdên mîna Xebat Dêrik û Gulê Selmo ji nû ve nû bû û roniya xwe vejand.

Her wiha şehîd çirayek bûn da ku Rojava şewq bide û roniya xwe li tevahî qada Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi rêya tevlihevkirina xwîna ciwanên herêmê bi hemû pêkhateyên xwe, bela bike. Şehîd sembola girêdana jiyana hevbeş û biratiyê ne. Ji lew re hemû pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê xwe lê aland û bi wê re jî ev xwîna pak bû girêkeke havayî di navbera wan pêkhateyan de. Ji lew re em wek TEV-DEM’ê ji aliyê xwe ve bi carekê ji pey rêça şehîdên xwe naqetin û dev ji metod û xwîna wan bernadin ku me li vê herêmê pev ve bi têkiliyên xurt girê dide û tu kes nikare me ji vê rêyê dûr bixe.

Her wiha em wek TEV-DEM tekez dikin ku şehîd hêzên morala me ne û ber bi çarenûs û pêşerojeke baş ve dibin.

Di dawiyê de dubare dikin ku silavên me ji berxwedêrên li qad û meydanên rûmetê re hene. Serketin a gelê me ye. Şehîd namirin."

(fr)


Mijarên Din