TEV-DEM`ê  ‘Cejna Bêxwîn’ li Êzidiyan pîroz kir

TEV-DEM’ê Cejna  Bêxwîn li Êzidiyan pîroz kir û daxwaz kir ku hêviyên wan ên rizgarkirina Efrînê û herêmên din ên dagirkirî pêk bên.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya  Cejna Bêxwîn  daxuyaniyek da.

Di daxuyaniyê de wiha hate gotin:

"Em kevntirîn cejnên gelê Mezopotamyayê, Cejna Bêxwîn pîroz dikin ku heta niha wekî kevneşopeke gelê êzidî ye. Bêxwîn her wiha bi Cejna Xidir Ilyas jî tê naskirin.

Gelê êzidî di demên herî zehmet de û di fermanên li dijî wan pêk hatine de her wiha tevî mercên zehmet ku piştî koçberiya ji ber dagirkeriya dewleta Tirk ji Efrînê di kampên Şehbayê û herêmên din de dijîn jî, parastina çanda vê cejnê kiriye.

Heta roja îro civaka êzidî kevneşopên xwe diparêzin û Cejna Bêxwîn wekî cejna hêvî, hezkirina çandiniyê û berhemdariya erdê pîroz dike.

Gelek wateyên exlaqî, çandî û zanistî yên cejnan hene. Cejna Bêxwîn jî  di ola êzdiyatiyê  de çanda hezkirinê, xêr û bêrê û aştiya bêyî rijandina xwînê reva dike.

Em vê cejnê li gelê êzidî li her deverê pîroz dikin. Bi vê boneyê em wek TEV-DEM em hêvî dikin ku hêviyên êzidiyan ên rizgarkirina Efrînê û hemû herêmên din ên Sûriyê ji dewleta Tirk a dagirker pêk bên û hemû xelkê Sûriyê yê koçber vegere malên xwe."

(ekîb)

ANHA

 


Mijarên Din