TEV-DEM cejna Remezanê pîroz kir û banga bidawîkirina dagirkeriyê kir

Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM cejna Remezanê li tevahiya gelê Sûriyê, malbatên şehîdan û neteweya islamî pîroz kir. Her wiha hêvî kir ku cejn bibe cejna bicihanîna aştî, ewlehî û xilasiya ji dagirkeriya Tirk û vegera kesên ku ji warên xwe koçber bûne.

Tevgera Civaka Demokratîk bi boneya cejna Remezanê daxuyanî da. Daxuyanî wiha ye;

`Bi boneya cejna Remezanê  em tevahiya gelê xwe di serî de malbatên şehîdan, lehengên me yên birîndar, tevahiya gelê Sûriyê û neteweya islamî pîroz dikin. Em hêvî dikin ku di demek nêz de ewlehî û aştî li welatê me serwer be û aloziya Sûriyê li gorî ku şadiya boneyên olî vegerîne dilên tevahiya pêkhateyan çareser bibe. Bi vê boneyê em banga pêwîstiya vegera tevahiya şêniyan ji warên xwe re dikin di nav de gelê Efrînê. Em hêvî dikin ku her aliyek xwedî rolek berpirsyar di aloziya Sûriyê de, bi erkên xwe ji bo xizmeta çareseriya Sûrî-Sûrî li ser bingeha diyalogê û qebûlkirina aliyê din rabe.

Em tekez dikin ku dagirkeriya Tirk hîna mîna xencera bi cehr di bedenê Sûrî de ye. Dagirkerî welat parçe dike û dîwarê parçekirinê li Efrînê lê dike da ku wê û herêmên din ên ku dagir kirine ji Sûriyê qut bike. Ji ber wê pêwîste em bi lez bilivin û dagirkerî ji xaka xwe derxînin.

Em soza berdewamkirina berxwedanê didin gelê xwe yê Efrînê. Veger berbijarka me ye û rizgarkirina Efrînê biryara me ye û em paşde gav navêjin.  Çareserî û kedên me ber bi diyalogê ve bi rizgarkirina Efrînê ve girêdayî ye. Ji ber ku Efrîn berbijarka çareseriyê ji tevahiya gelê Sûriyê re ye, ji ber wê rizgarkirina wê berpirsyariya Sûriyê ye.

Di dawiyê de em carek din vê boneyê pîroz dikin û em tekez dikin ku em şopdarên şehîdan e di mezinkirina têkoşîn û berxwedanê de heya pêkanîna serkeftin û demokrasiyê li gorî rêgezên neteweya demokratîk ên ku em pê bawer dikin. Ew rêya tekane ber bi ewlehî û aştiyê ve li Sûriyê û herêmê ye.

Cejna gelê me û tevahiya gel û pêkhateyên herêmê pîroz be.`

(şx)

ANHA


Mijarên Din