TEV-DEM‘ê Cejna Remezanê pîroz kir

TEV-DEM‘ê, Cejna Remezanê li civaka Îslam û gelê Sûriyê pîroz kir.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi peyamekê Cejna Remezanê pîroz kir û hêvî kir ku aştî li Sûriyê pêk were û koçber li herêmên xwe vegerin.

Di peyamê de hate gotin: "Em Cejna Remezanî li malbatên şehîdan, gaziyên şer û hemû pêkateyên civaka Sûriyê û civaka îslamê pîroz dikin.

Em hêvî dikin ku ev cejn bibe wesîleya aştî û aramiyê li welat û pêkanîna çareseriyekê ji aloziyê Sûriyê re,  ku karibe xweşiya boneyên sembolîk û olî bixe dilê tevahî pêkhateyan. 

Cejn û boneyên olî di wateyên xwe yên mirovî û exlaqî de xwedî girîngiyeke mezin in,  ku van wateyên exlaqî biparêze û mîsoger bike. Lê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê hewl didin cejnan li ser serê civakan bikin dojeh, bi şev û bi roj ter û hişk dişewitînin, ji bo pêkanîna siyasetên xwe yên qirêj pîvanên exlaqî binpê dikin.

Em Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM ) careke din cejnê pîroz dikin û di wê baweriyê de ne ku dê aştî û hezkirin, têkoşîna ji bo vegera ewle ya hemû koçberan li warê xwe pêk were."

ANHA


Mijarên Din