TEV-DEM: Divê gel û hêzên Kurdistanî nehêlin şerê birakujiyê çêbe

TEV-DEM’ê bang li gelê Kurdistanê û hêzên nîştimanî yên Kurdistanî kir ku li hember planên komplogerî yên dewleta Tirk hişyar bin û xwedî helwest bin ku şerê birakujiyê di navbera aliyên Kurdistanî li herêmê de dernekeve, her wiha girîngiyê bidin diyaloga kurdî-kurdî ya nîştimanî da ku pirsgirêkên xwe çareser bikin, nekevin xefka lîstok û planên dewleta Tirk a xapînok.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) li ser paşxaneya nakokiyên li Herêmên Parastinê yên Medyayê ku PDK’ê hêzên xwe sewqî herêma HPG’ê kirine daxuyaniyek da.

TEV-DEM’ê di daxuyaniyê de îşaret bi van xalan kir:

"Di encama êrişên leşkerî yên dewleta Tirk ku tevahî kiryarên hov tê de bi kar tîne de, nakokî li Başûrê Kurdistanê bilind bû. Dewleta faşîst di merheleyên herî tevlihev ji aliyên hundirîn û derve de derbas dibe. Li hember pêkanîna hedef û berjewendiyên xwe aciz e.

Li pêş dagirkeriyê tişt nema, bi wê re israr dike ku tevahî herêma Kurdistanê dagir bike. Da ku destkeftiyên gelê Kurd têk bibe û vîna gel û nirxên wê li her deverê derbe bike.

Lê belê siyaseta dewleta Tirk a faşîst li hember gelê Kurd, taybetmendiya wê heye, ew jî siyaseta derbekirina hesin bi hesin e. Da ku kurdan bi rêya fîtne, siyaseta jevkirinê û piştevaniya şerê birakujî, lawaz bike. Lê bi hedefa pêkanîna vê yekê têkiliya xwe bi PDK’ê re bi kar tîne. PDK jî siyaseta dewleta Tirk a faşîst pêk tîne. Ji ber ev siyaset hedef û berjewendiyên dewleta Tirk a faşîst di radeya yekemîn de pêk tîne. Tevahî hêzên nîştimanî yên Kurdistanî û tevahî gelê me vê yekê baş dizane.

Başûrê Kurdistan û gelê me yê li Başûr di oxira pêkanîna azadî û jiyana birûmet de gelek qurbanî dan. Îro jî dîsa li ser pizota agirê dewleta Tirk a faşîst dijî û her tim gefên dagirkirina tevahî herêmê dixwe.

Ji lew re em TEV-DEM bang li gelê me û tevahî hêzên nîştimanî yên Kurdistanî dikin ku li hember van planên komplogerî hişyar bin û xwedî helwest bin da ku şerê birakujî nebe.

Girîngiya piştevaniya diyaloga kurdî-kurdî sînordarkirina çi tevgerên dewleta Tirk a dagirker, xebata lawazkirina wê û rawestandina zêdegaviyên wê ye.

Em wek TEV-DEM’ê bang li birayên xwe yên PDK’ê dikin ku hişyar bin û nekevin xefka lîstok û planên dewleta Tirk ên xapînok. Baweriya me bi giştî bi diyaloga kurdî-kurdî heye û ev jî xwestekeke nîştimanî û gel e."

(fr)

ANHA


Mijarên Din