TEV-DEM: Divê gelê me K24 boykot bike

TEV-DEM‘ê bi daxuyaniyekê dezgehên çapemeniyê yên girêdayî PDK`ê bi taybet K24 ku xizmta dagirkeriya Tirkiyê dikin û êrîşî têkoşerên Tevgera Azadiya Kurdistanê dikin şermezar kir û banga gela Kurd kir ku wê kanalê boykot bike.

Daxuyaniya Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM`ê wiha ye:

‘‘Di van demên dawîn de li gel bilindkirina dagirkeriya Tirk asta êrîşên xwe li dijî herêmên Başûr û Rojavayê Kurdistanê, dazgehên çapemeniyê yên ku li Başûrê Kurdistanê weşanê dikin bi taybet K24 a ku li ser PDK`ê tê hesibandin, rolek neyînî û ji çapemeniya Tirk kirêtir dilîzin.

Ev êrîş ne tasaduf e, lê belê plankirî ye û rêbaza şerê taybet e ku vê carê bi rêya mêvandariya kesayetên ku wijdanê xwe firotine û xiyanet li doz û hevalên xwe kirine, pêşeng û rêveberên Tevgera Azadiya Kurdistanê kirin hedef.

Ev kanal bi şev û roj bi fermana dagirkeriya Tirk û ji bo xizmeta siyasetên wî yên dijberî doza gelê me dixebite. Êrîşî hevserokê Kongreya Civaka Demokratîk (KCK) têkoşer Besê Hozat a ku jiyana xwe ji bo gelê xwe kiriye diyarî, kir.

Ev kanal êdî dûrî nirx û exlaqa pîşeya rojnamegeriyê dixebite.

Lew ra weke Tevgera Civaka Demokratîk me hêvî dikir ku çapemeniya Başûrê Kurdistanê rola xwe li gorî hesasiyeta pêvajoya heyî û pêwîstiyên wê bi cih bîne û ji bo  yekrêziya refa Kurd xebatê bike. Lê mixabin kanala K24 veguheriye amûrek di destê dagirkeriya Tirk. Ev jî ji kanalê re dê bibe xaleke şermê. Li ser wê em bang li gelê me dikin ku vê kanalê boykot bike.‘‘

(şx)

ANHA


Mijarên Din