TEV-DEM’ê ji malbata şehîd Hevrîn Xelef re sersaxî xwest

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) ji ber şehadeta sekretera Partiya Sûriyê ya Pêşerojê sersaxî ji endamên partiyê û malbata şehîd Hevrîn Xelef re xwest û got dewleta Tirk a faşîst û hevkarên wê îsbat kir ku ew sivîlan di êrîşên xwe de dikin hedef.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) daxuyaniyek da raya giştî û êrîşên dewleta Tirk a dagirker ên ku sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef kirine hedef, şermezar kir.

Daxuyanî wiha ye:

“Ji giyanê şehîd Hevrîn Xelef re,

Em sersaxî ji endamên Partiya Sûriyê ya Pêşerojê û malbata şehîd Hevrîn Xelef re dixwazin. Me bi xemgînî agahiya şehadeta sekretera giştî ya Partiya Sûriyê ya Pêşerojê Hevrîn Xelef bihîst. Hevrîn ji malbatek xwedî dîrokeke kevnar tijî têkoşîn û fedakarî ye. Hevrîn wek jinek siyasetmedar rolek girîng di Partiya Sûriyê ya Pêşerojê de lîst. Bi navê tevahiya pêkhateyên Sûriyê tê koşiya. Xwedî kesayetek neteweyî, bi hêz, cesaret bû û li ser bingeha siyaset aştiyane û demokratîk li gorî rêgeza biratiya gelan û yekitiya axa Sûriyê li ber xwe da û tê koşiya. Ji bo ku çareseriyên herî guncaw ji aloziya Sûriyê bi rêya diyaloga Sûrî-Sûrî li ser esasê Sûriyeyeke demokratîk, demokratîk nenavendî peyda bike.

Wek Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM em sersaxî ji malbata şehîd Hevrîn Xelef re dixwazin. Hevrîn di encama êrîşên Tirkiyê yên dermirovî û hovane li ser Bakur û Rojhilatê Sûriyê  de şehîd ket. Erebeya wê li ser navdewletî dema diçû karê xwe yê rojane hate hedefgirtin.

Dewleta Tirk a faşîst û hevkarên xwe ji raya giştî re îsbat kirin ku ew dê şerê xwe ya niha de li ser vîna gelan sivîlan dike hedef.

Em van êrîşên hovane û berberî yên Tirkiyê yên ku îro rêveberek sivîl ku di partiyek sivîl de kar dikir kirin hedef şermezar dikin. Ev îsbat dike ku dewleta Tirk a faşîst vîna tevahiya partî, pêkhate û sivîlan dike hedef.

Wek Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM em soza şopandina rêya têkoşînê ya şehîd Hevrîn Xelef didin û kesek nikare vîn û nirxên me bişikîne.”

(şx)

ANHA


Mijarên Din