TEV-DEM li Qamişloyê pakêtên xwarinê li hewcedaran belav dike

TEV-DEM’ê îro ji ber rewşa qedexekirina derketina derve ji ber Koronavîrusê, pakêtên xwarinê li xizanên Qamişlo, Dirbêsiyê û Amûdê belav kirin, dê sibê jî li xizanên Dêrik, Til koçer, Til Hemîs û Çilaxa belav bike.

Piştî derketina nexweşiya Koronavîrusê (Covid-19), Rêveberiya Xweser a Demokratîk ji bo pêşîlêgirtina vîrusê gelek tedbîr girtin, tedbîra herî girîng jî ji 23`yê Adara ve qedexekirina derketina derve li Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi temamî ragihand.

Ji ber qedexekirina derketina derve gelek zirar gihaştin malbatên karkeran, ji ber vê yekê Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê di 6`ê Nîsanê de, bi mebesta alîkariyê ji welatiyan re, dayîna fatoreyên av, kehrebe û paqijiyê heta 2 mehan (Gulan û Hezîran ) betal kirin û wiha daxuyandibû: "Me biryar da ku di dema qedexeya derketina derve de madeyên xwarinê li şêniyan bên belavkirin."

Endamê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) Ayîd Îbrahîm der barê belavkirina pakêtên xwarinê de wiha da zanîn: "Belavkirina pakêtên xwarinê bi armanca birêkxistina bajar û komînên taxan wê bên belavkirin.”

Li ser belavkirina pakêtên xwarinê Îbrahîm wiha got: "Wê parên xwarinê li Qamişlo, Dirbêsiyê, Amûdê û hetanî Dêrikê werin belavkirin û her parek ji 12 cureyên qûtê pêk tê."

Her wiha Ayîd Îbrahîm sedema nedayîna pereyan ji bilî pakêtên xwarinê daxuyand û got : "Ji ber ku rewşa qedexekirina derve hatiye ragihandin, welatî nikarên pêdiviyên xwe bi dest bixin, vê alîkariyê dikin."


Mijarên Din