TEV-DEM’ê rojbûna Rêber Ocalan pîroz kir

TEV-DEM’ê rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em salvegera 70’emîn a Rêber Apo, di hesreta têkoşînek bê hempa ku li dijî Dehaqên û Nemrûdên Hemdem tê kirin de pîroz dikin. 4’ê Nîsanê li gelê Kurd, gelên herêmê û li tevahiya mirovahiyê pîroz be.”

TEV-DEM’ê bi daxwîyaniyek nivîskî rojbûna Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pîroz kir û wiha got: “Em salvegera 70’emîn a Rêber Apo, di hesreta têkoşînek bê hempa ku li dijî Dehaqên û Nemrûdên Hemdem tê kirin de pîroz dikin. 4’ê Nîsanê li gelê Kurd, gelên herêmê û li tevahiya mirovahiyê pîroz be.”

 Daxuyanî wiha ye;

“Rojbûna Rêber Apo di kesayeta gelekî û herêmekî de, ji bo mirovahiyê jî tê wateya dayîkbûna mirovahiyê. Rojbûna Rêber Apo di vê salê de mohra xwe li gelek pêşketinan xist û gihişt wateya xwe ya rast. Gelê Kurd ê ku nirxên giranbûha xiste nava dîroka gelan, di vê rojbûnê de carek din çavê xwe li cîhanê vekir. Di vê wateyê de rojbûna Rêber Apo nirxên dîrokî yên Kurdan nûjen kir û careke din derxiste ser dika dîrokê. Çawa ku li ser vê erdnîgariyê pêxember Îbrahîman li dijî Nemrûdan, Kawayan li dijî Dehaqan li ber xwe da û mirovên li azadiyên digerin avakirin, rojbûna Rêber Apo jî tê wateya ji nûve dayîkbûna wê mirovahiyê. Leyla Guven a ku rojbûna Rêber Apo ya vê salê bi berxwedaneke mezin pêşwazî kir, ne tenê bû pêşnga artêşa grevên birçîbûnê, heman demê de bû pêşenga demokrasiya radîkal jî. Çawa ku  Leyla Guven dibêje rojbûna Rêber Apo, tê wateya ji nûve rojbûna jina azad.

Ji gelê me re!

Rojbûna Rêber Apo ne tenê qedera gelê Kurd, heman demê de dîroka hemû gelên Rojhilata Navîn guhertiye. Ev yek rastiyeka ku nayê nîqaşkirin e. Wek çawa ku gelên herêmê (Rojhilata Navîn) bi berxwedanek hevbeş li dijî Dehaq li ber xwe dan, niha jî ev berxwedan li dijî çeteyên DAIŞ’ê yên dijminên mirovahiyê derket holê. Herî dawî jî di encamên hilbijartinên herêmî yên li Tirkiyê de derket holê, di têkoşîna demokrasiyê ya ku li dijî piştgirê çeteyên DAIŞ’ê, dijminê gelê Kurd û mirovahiyê AKP-MHP de,  xeta Rêber Apo  wek rênîşanek bingehîn rol leyîst. Rêber Apo li aliyekî nûnertiya mirovê azad, li aliyê din jî nûnertiya xeta jiyana demokratîk e. Rêber Apo îro di şert û mercên tecrîdek herî giran de hemû demê jiyanê ji bo mirovahî û civakbûnê didomîne. Di her saniyeya vê jiyana ku bûyî sembola berxwedanê, azadiya Kurdistanê û demokratîk jiyankirina gelên Rojhilata Navîn û ji bo azadiya tevahî mirovahiyê kêlî bi kêlî dihune.

Ev felsefeya têkoşîna ku di şertên herî giran de tê dayîn, bûye sedema ku îro Kurd radibin serhildanê û ji bo azadiya xwe şer bikin. Îro gelê Kurd bi jin, mêr, ciwan, kal û pîran bi giştî, artêşek fedayî avakirine. Di bingeha serkeftina ku li dijî DAIŞ’ê hatî bidestxistin de rastiya vî gelê fedayî heye. Li girtîgehan û li her aliyê cîhanê ev rastiya gel li ber xwe dide û tecrîdkirina Rêber Apo wek tecrîdkirina xwe dibîne. Ev gel diqîre û dibêje rêya tekane ya bidestxistina azadiyê rakirina tecrîdê ye û li dijî faşizme bi ciwan û jinên ku bûne fadayî serîhildide.

Ji jin, ciwan û gelên me yên bûne fedayî re

Em wek jin û ciwanên Rêber Apo yên bûne fedayî bi xebatên berfirehtir û azma têkoşînek bêxilasbûn, dikevin 4’ê Nîsana 2019’an yanî 70’emîn roja rojbûna Rêber Apo. Parastina her çeperek demokratî ku hatiye qençkirin û bi pêzanîna qezençkirina azadiyê di azadiya Rêber Apo re derbas dibe, ev karwanê Rojiyên Mirinê û azma me ya têkoşînê xurtir dike. Diktatoriya AKP-MHP’ê bi politikaya dijiminahiyek bê hempa amadekariyên dizîna nirxên azadiya me û dagirkirina welatê me dike. Lê bila baş bê zanîn ku gelê Kurd û gelên herêmê bi pespektîfên Rêber Apo têkoşîn pêşxistine. Bi vê têkoşînê bi mirovahiyê re bûne yek, pêşengên demokrasî û mafên mirovan. Di vê wateyê de derfet ji bo Kurdan û gelan ji her demê zêde tirin û şansê serkeftinê ji her demê bilindtir bûye.

Ev têkoşîn tacîdarkirin di xwedîderketina soza dane şehîdan anîna cih, xwedîderketina li hezaran kesên ku hetine grevên birçîbûnê û bi pêzanîna civaka fedayî ya Rêber Apo re, derbas dibe.

Ji ber vê jî, divê di serî de gelên Bakur û Rojhilatê Sûriyê, hemû gelê Kurd û gelên herêmê ji bo qezençkirina azadî û avakirina jiyanek demokratîk, pêwîstiyên ku ji bo xeta azadiya Kurdistanê û demoratîkirina Rojhilata Navîn bîne cih. Bi vê bawerî û hêviyê 70’emîn salvegera rojbûna Rêber Apo li hemû gelên herêmê pîroz be.”


Mijarên Din

Ebdî, Boris pîroz kir