TEV-DEM, saziyên ku roleke aktîv di Berxwedana Rûmetê lîstîne, xelat kirin

TEV-DEM’ê gelek rêxistin û saziyên ku endamên wan canê xwe xistine xeteriyê û rola mezin di Berxwedana Rûmetê de li hember artêşa dewleta Tirk a dagirker lîstine, xelat kirin.

Da ku kedên hatine dayîn, canê xwe xistine xeteriyê ku piştevaniyê bikin, alîkariya şênî û şervanan bikin û her wiha ji bo lîstina rola mezin di Berxwedana Rûmetê de, hevserokên Meclisa Tevgera Civaka Demokratîk(TEV-DEM) Xerîb Hiso û Zelal Cîger, xelatên spasiyê dan gelek sazî û rêxistinan.

Ji wan rêxistinan, Heyva Sor a Kurd a ku endamên wê canê xwe xistine xeteriyê da ku birîndaran rakin û tedawî bikin ku di encamê de jî 5 kardroyên tenduristiyên şehîd bûne û 4 jî di encama rakirina birîndaran de, birîndar bûne. Her wiha endamên Heyva Sor a Kurd ji hêla artêşa dewleta Tirk a dagirker ve hatin hedefgirtin..

Li aliyekî din jî xelatên spasiyê pêşkêşî endamên Yekitiya Bijîşkan ên ku li nexweşxaneyên Serêkaniyê û Til Temirê dixebitîn ên ku canê xwe xistine xeteriyê da ku birîndaran rizgar bikin jî, kirin.

Hunergeha Şehîd Welat jî xelata spasiyê wergirt ku alîkarî di sazkirina 5 stranên li ser berxwedana şênî û şervanan de li hember artêşa dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê çêkirine. Her wiha jî ev stran bi berfirehî di nava pêkhateyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, bi taybet strana Şervano û strana " Ya Cemal" ya bi erebî, belav bûn.

Li aliyekî dij jî tevgerê xelata spasiyê pêşkêşî Rêxistina Rojava ya Alîkariyê kir ku piştevanî di dabînkirina tevahî pêdiviyên koçberên li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de, kiriye. Piştî ku rêxistinên navdewletî û cîhanê xebata xwe li herêmê piştî êrişên artêşa dewleta Tirk a dagirker yekser taloq kiriye.

Hevseroka Meclisa TEV-DEM’ê Zelal Cîger, spasiya xebatkarên rêxistin û saziyên ku canê xwe ji bo pêşkêşkirina alîkarî û piştevaniya şêniyên Bakur û Rojhilatê sûriyê de dan, çi sivîl û çi jî leşker dibe, kir.

Zelal Cîger şervanên li eniyan ên ku şer li dijî arêtşa dewleta Tirk a dagirker bi hedefa parastina herêmên xwe dikin, kir û her wiha jî spasiya gelê Bakur û Rojhilatê Sûriyê li ser piştevaniya berxwedan û têkoşînê li hember dewleta Tirk a dagirker kir û wiha got: "Serketina şoreşa me, dê bi encama hevgirtin û piştevaniya gelê me be. Ev jî me di Berxwedana Rûmetê de dît."

Zelal Cîger wiha bi dawî kir: "Yekitiya gelê me, komployên dewletan a dagirkirina herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê têk birin û dê berxwedana pêkhateyan bibe rêbaza têkbirina dagirkerî û rizgarkirina Serêkaniyê, Girê Spî, Ezaz, Cerablus, Bab , Efrînê."

(fr)

ANHA


Mijarên Din