TEV-DEM`ê saziyên li dijî Koronavîrusê xebat kirine, xelat kirin

Li bajarê Helebê TEV-DEM’ê hin saziyên ku li hember Koronavîrusê dixebitin, xelat kirin.

TEV-DEM`ê ji bo spasiya xebatên hin sazî û aliyên li taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên li hember Koronavîrusê (Covid-19) sekinîne, îro xelat kirin.

Saziyên ku ji aliyê TEV-DEM`ê ve hatin xelatkirin ev in; Meclisa Tenduristiyê, Nexweşxaneya Şehîd Xalid Fecer, Hêzên Ewlekariya Hundrîn, Trafîk, Meclisa Giştî, Kongreya Star û Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê.

Di xelatkirinê de hin endamên rêveber ên TEV-DEM’ê axivîn û spasiya saziyên parastina şênî û danasîna xetereya Koronavîrusê kir û piştrast kir ku divê ked ji bo pêşîlêgirtina Koronavîrusê bê dayîn.

Rêveber û xebatkarên ku xelat wergirtine jî spasiya TEV-DEM kir û soz da ku xizmeta şêniyan li gorî biryarên heyî ku vê aloziya tenduristî derbas bikin, bidomînin.

Meclisa Giştî ya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê tevî aliyên pêwenîdar ji bo mijara sekinîna li hember Koronavîrusê gelek biryar derxistin, ji wan jî ferzkirina qedexekirina derketina derve, girtina dibistan û dikanên bazirganiyê û destpêkirina hemleyên hişyarkirina şêniyan û  dezenfektekirinê ji bo pêşgirtina li vîrusê.

(bx)

ANHA


Mijarên Din