TEV-DEM`ê şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê bibîr anîn

TEV-DEM’ê bi daxuyaniyekê şehîdên komkujiya 25`ê Hezîranê ya Kobanê di salvegera wê ya 4`an de bibîr anîn.

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 4`emîn komkujiya 25`ê Hezîranê daxuyaniyek da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye;

“Wek Tevgera Civaka Demokratîk TEV-DEM’ê, em şehîdên komkujiya Kobanê ku ji hêla çeteyên DAIŞ`ê ve bi piştgiriya Tirkiyê pêk hatiye, bi bîr tînin.

Em bejna xwe li hember şehîdan ditewînin. Piştî rizgarkirina Kobanê, çeteyên DAIŞ`ê ji ber tola binketa xwe hilînin û bi gelek armancên din komkujî pêk anîn. Ya yekê astengkirina hemleya rizgarkirina Minbic, Tebqa, bajar û gundewarên girêdayî wê, parastina korîdorên ser sînorê bi Tirkiyê re û gel tirsandin bûn. Xwestin bi tirsê Kobanê vala bikin û carek din dagir bikin. Lê bi saya berxwedanî û fedekariyên YPG, YPJ û şêniyan, bajar ji çeteyên DAIŞ`ê xilas bû û carek din ewlehî vegerî bajêr.

Carek din em vê komkujiyê şermezar dikin û em soz didin gelê xwe ji bo tunekirina terror, dagirkerî û pêkanîna serkeftina dawîn, em ê asta têkoşînê mezin bikin. Dê Kobanê li cîhanê, bibe meşaleya azadîxwazan, sembolek niştîmanî û şahidek ê terora DAIŞ`ê.

(şx)

ANHA


Mijarên Din