TEV-DEM‘ê şehîdên Serhildana 12`ê Adarê bibîr anîn

TEV-DEM‘ê şehîdên serhildana Qamişlo ya 12`ê Adarê bibîr anîn û komploya rejîma Baas û kesên şofenîst ên girêdayî wî ya li dijî gelê Kurd şermezar kir. TEV-DEM‘ê got: " Çareserî li Sûriyê di projeyên Rêveberiya Xweseriya Demokratîk de pêkan e, ne bi înkarkirina vîna gelên azad ên ku teror tune kirin e."

Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) bi boneya salvegera 16`an a serhildana 12`ê Adara 2004`an a ku çirûska wê li bajarê Qamişlo destpê kir, daxuyaniyek nivîskî da raya giştî.

Daxuyanî wiha ye:

"Bi boneya salvegera serhildana Qamişlo destpêkê em bejna xwe li ber şehîdên serhildana Qamişlo û tevahiya şehîdên şoreşa Bakur û Rojhilatê Sûriyê ditewînin.

Komployek plankirî û rêxistinkirî bû, komek endamên partiya Baas ên şofîst bi desteka rejîma Sûriyê komployek li dijî gelê Kurd komlpoyek pêk anîn. Bi rêya wê xwestin nasnameya kurdên li Rojava û Sûriyê tune bikin û fîtneya mezhebî di navbera Kurd, Ereb û pêkhateyên din de biçînin. Lê ew bûyer veguherîn serhildana gel li hember komplogerên Baas ên şofînîst. Hêza gelê serhildêr rêveberiya dewleta Sûriyê neçar kir ku bêje gelê Kurd beşek bingehîn ji tevna civakî ya Sûriyê ye.

Di serhildana 12`ê Adara 2004`an a Qamişlo de gelek guhertinên mezin çêbûn. Jê sînorek ji binpêkirinên hovane yên rejîma Baas a Sûrî re hate danîn. Di encamê berxwedana gelê me de û bi saya fedekariya bi dehan şehîdan û bi sedan birîndaran serhildan li tevahiya bajarên Rojava di nav de bajarê Helebê û hinek bajarên Sûriyê yên ku Kurd tê de dimînin belav bû. Rejîmê gule li dijî gelê me yê serhildêr bikar anî.

Ev serhildan asta giyanê şofînîst a  endamên partiya Baas li hemberî kurdên li Sûriyê û asta bandorbûna rejîma Baas a Sûriyê bi rejîna Tirkiyê ya şofanîst li gel lihevkirina Adanayê, eşkere kirin. Li gorî wê lihevkirinên qanûn hatin derxistin, ku di encamê de binçavkirinên hovane û bêserûber li dijî civaka me hatin destpêkirin.

Lê gelê me serî netewand. Berovajî wê gelê me hêza xwe bi hêviyek mezin ber bi parastina mafên xwe ve girt, refên xwe birêxistin kirin, li her derê dest bi çalakiyên protestoyî yên aştiyane û demokratîk kir û banga serbestberdana girtiyan kir û helwesta saziyên ewlehî yê dewletê şermezar kirin.

Di vê pêvajoyê de ku Sûriyê di şerek kûr piştî 9 salan ji kuştin, wêrankirin û berbelavbûnê re derbas dibe, serokkomarê Sûriyê Beşar El-Esed piştî ku nikarîn vîna gelan û yekitiya wan têk bibe, fîtne di navbera pêkhateyan de biçîne û piştî ku nikarîn êlan ji bo berjewendiyên xwe bikar bîne,  daxuyaniyên li dijî Kurdan dide û dibêje Kurd ne ji Sûriyê ne.

Di demekê de ku li dijî Sûriyê gefên parçekirinê ji aliyê Tirkiyê ve têne kirin ku hewl dide beşek ji xaka Sûriyê tev li xwe bike û piştgiriya terorê dike, em dibînin ku rejîma Sûriyê kirinên dagirkeriya faşîst li dijî axa Sûriyê paşguh dike û ji berpirsyarî, vedîtina çareseriyên bingehên direve. Di heman demê de vîn û yekitiya gelan di bin siya Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê ya ku ji bo parastina yekitiya xaka Sûriyê li dijî terorê têdikoşîne qebûl nake.

Em bawer dikin ku mîna van daxuyaniyan xizmeta çareseriya Sûriyê nake lê belê aloztir dike û rêyên li pêşiya nakokiyên nû vedike û xizmeta biratiya gelên Sûriyê yanî her projeyek çareseriya demokratîk nake.

Em teqez dikin ku çareserî di projeyên ku li ser bingeha siyaseta civaka exlaqî hatiye avakirin de pêkan e. Pojeya Rêveberiya Xweser a ku nûnertiya vîna pêkhateyên Sûriyê dike çareseriya herî guncew e. Çareserî ne bi înkarkirina vîna gelên azad ên ku teror tune kirin, gelek destkeftî bidest xistin û yekitiya axa Sûriyê parastin ji bo ku bigihêjin Sûriyeyek demokratîk ne navendî."

(şx)

ANHA


Mijarên Din