TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên şehîdên Qamişlo û keşe Îbrahîm Hosîb re xwest

TEV-DEM’ê sersaxî ji malbatên şehîdên teqînên li Qamişlo û malbata keşeyê dêra Ermen a Katolîk ku duh DAIŞ`ê qetil kir, xwest û bang li gelên herêmê kir ku li dijî êrişên Erdogan û çeteyên wî yekitiya xwe ava bikin.

Nameya Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) wiha ye:

"Bi navê Tevgera Civaka Demokratîk em sersaxiyê ji malbatên şehîdên teqînên duh li Qamişlo rû dan, malbata keşe Îbrahîm Beydobiyan Hosîb re ku li ser rêya Hesekê-Dêrazorê hate qetilkirin, dixwazin û şîfayê ji birîndaran re dixwazin.

Her kes dizane ku ji destpêka dewleta Tirk û çeteyên wê êrişî herêmên Serêkaniyê û Girê Spî kir, şaneyên veşartî yên DAIŞ`ê li dijî sivîlan dest bi kiryarên xwe yên dermirovî kir. Ev jî nîşana binketina DAIŞ û berxwedana QSD, YPG û YPJ`yê ye.

Em wek Yekitiya Civaka Demokratîk êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê yên li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê şermezar dikin û wekî binpêkirinên rêgezên qanûnî û mirovî radigihînin. Sûcên ku gihaştine asta sûcên li dijî mirovahiyê û beramberî vê yekê rêxistinên navdewletî bê deng in û sûcdaran radestî dadgeha cezayên navdewletî nakin.

Di vê rewşa hesas de erka ku dikeve ser milê me, girêdana bi xakê ve ye. Li dijî sûcên Tirkiya faşîst û çeteyên wê yekitiya xwe ava bikin û rastiya Erdogan ji raya cîhanê re kifş bikin."

(eh)


Mijarên Din