Tevî gefên dewleta Tirk jî li Girê Spî jiyana rojane aram e

Propagandaya çapemeniyê û zimanê gefxwarinê yên ku dewleta Tirk li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê bi kar tîne, bi bin ketine û şêniyên herêmê jiyana xwe ya rojane berdewam dikin.

Bi hinceta avakirina “herêma ewle” dagirkeriya Tirkiyê ev demek e dîsa gefan li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe. Armanc ji vê yekê jî meşandina şerê taybet e.

Di vê derbarê de şêniyên Girê Spî diyar dikin ku armancên Tirkiyê têk diçin, nexasim ku şêniyên Bakurê Sûriyê nakevin bin bandora destgehên çapemeniya Tirk û jiyana xwe ya xwezayî berdewam dikin.

Kameraya ajansa me ANHA`yê li bajarê Girê Spî geriya û liv û tevgera şêniyên bajêr ku îsbata jiyana xwezayî ya bajêr dike, şopand. Her wiha qerebalixa li avahiyên giştî û taybet diyar dibe.

Her wiha bi dehan şênî ji 18`ê Tîrmehê ve li dijî gefên Tirkiyê çalakiyên mertalên zindî li dar dixin.

(eh)

ANHA

 


Mijarên Din