Tevî istîfakirina Botefilqa, banga xwepêşandanan hate kirin

Kesayetên muxalif ên Cezayîrê sibê ango roja Înê banga berdewamkirina xwepêşandanan kirin.

Muxalifên Cezayîrê ji bo careke din dakevin qadan, amadekariyên xwepêşandanekê li dijî “Sembolên rejîmê”dikin da ku wan ji qada siyasî ya Cezayîrê derbixînin.

Li gorî dezgehên çapemeniyê ragihandine tê payîn ku dê roja Înê şêniyên Cezayîrê bi hejmareke mezin dakevin qadan û fişarê li aliyên nêzî Botefilqa bikin da ku xwe vekişînin.

Di vê derbarê de parêzer û yek ji  serkêşên kesên muxalif Mistefa Boşaşî  ji Reuters re ragihand ku ya girîng ji wan re berdewamkirina xwepêşandanên bi awayekî aştiyane ye.

Her wiha serokê  Tevgera Eniya Rizgariya Niştimanî yê berê Alî Bin Filîs bi bîr xist ku divê kesayetên din ên girîng istîfa bikin ji wan serokê Meclisa Netewê Abdullqadir Bin Salih ê ku dê bi erka Botefilqî heta 90 rojî rabe, serokê hikumeta birêvebirina kar Nûr El-Dîn Bedewî û serokê Meclisa Destûrî El-Teyib Bilayîz .

Roja Sêşemê Botefilqî piştî zextên artêşê û gelê Cezayîrê, istîfa kir.

(eh)


Mijarên Din