Tevî rewşa jiyanî ya nebaş xwarina xwe bi pisîkan re parve dike

Tevî rewşa jiyanî ya ne baş lê xwarina ku bi dest dixe bi pisîkan re parve dike.

Enma Ismaîl (60) ji şêniyên bajarê Ceblê yê Sûriyê ye. Tevî hevserê xwe yê Kurd li taxa Şêxmeqsûd a Helebê dimîne. Beriya niha Enma di nexweşxaneya bajarê Helebê de û hevserê wê di otêlekê de dixebitîn.

Piştî dijwarbûna êrîşan li ser taxa Şêxmeqsûd a Helebê, Enma û hevserê xwe êdî nikarîn ji taxê derkevin. Niha jî hevserê wê bi felcê ketiye û tiştek bi wan re tune ye ku pêdiviyên xwe yên rojane peyda bikin.

Ji ber ku alavên mitbaxê ligel Enma tune ne, Enma neçar ma ku di nav enqaz û kavilan de alavan peyda bike û ji bo amadekirina xwarinê û avê bi kar bîne.

Ya ku di jiyana Enma Ismaîl de balê dikişîne, tevî rewşa jiyanî ya nebaş xwarina ku bi dest dixe bi pisîkên taxê re parve dike. Her wiha seriyên mirîşkan ji dikanan peyda dike, paqij dike û dide pisîkan.

Enma bi rêya ajansa me bang li rêxistinan kir ku alîkariya wê bikin û desteka pêwîst jê re pêşkêş bikin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din