Tevî rewşên zehmet jî dixwazin di gundên xwe de bijîn

Şêniyên navçeya Şêrawa tevî topbarana artêşa Tirk a dagirker û dorpêça ku hikûmeta Sûriyê ferz kiriye, girêdana xwe ya bi xaka xwe ve û hêviya vegera li warê xwe destnîşan dikin.

Tevî rewşên zehmet û dorpêça  li ser gundên Birqas, Kelûtiyê, Gundê Mezin û Başimrê yên navçeya Şêrawa ya kantona Efrînê, nêzî 70 kesên ku li derveyî welat bûn, li warê xwe vegeriyan.

Ji 18`ê Çileyê 2018`an ve ji dema artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê êrişî kantona Efrînê kir, bi hezaran malbat ji ber topbarana bêserûber neçarî koçberiyê bûn, her wiha bi sedan malbat ji gundewarên Şêrawa berê xwe da dewletên Ewropayê.

18`ê Adara 2018`an artêşa Tirk a dagirker kantona Efrînê û gundewarên wê dagir kirin. Gundê Bircqas, Kelûtiyê, Gundê Mezin û Başimrê yên navçeya Şêrawa ya başûrê rojhilatê kantona Efrînê nehatin dagirkirin. Gundên navborî hem ji aliyê artêşa Tirk a dagirker ve û hem jî ji aliyê rêveberiya dewleta Sûriyê ve hatine dorpêçkirin.

Tevî dorpêça ji her alî ve û topbarana artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê, hejmareke zêde ji  şêniyan israr dikin ku di gundên xwe de bimînin û gundên xwe ji dagirkeran re nehêlin. Her wiha malbatên ku ji ber topbaranê ji malên xwe derketibûn li warê xwe vegeriyan û bi israr in ku li kêleka xizmên xwe yên di gundên dorpêçkirî de bisekinin û li hember kiryarên dewleta Tirk ên li dijî wan li ber xwe bidin.

Di vê çarçoveyê de malbatên ku li malên xwe vegeriyan e ji ANHA‘yê axivîn.

Welatiyê bi navê Berekat Hemo ji gundê Bircqas e, herî dawî ji Lubnanê vegeriyaye û wiha anî ziman: "Di destpêka êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê de em naçar man ji gundê xwe derkevin. Ji bo em jiyana zarokên xwe biparêzin me berê xwe da Lubnanê."

Berekat Hemo di berdewama gotina xwe de wiha pêde çû: "Nêzî mehekê ez li gundê xwe Bircqas vegeriyame. Em zanin ku gundên me hatine dorpêçkirin û rewşa xizmên me ne baş e. Lê mayîna li derve welat xizmeta siyasetên dijmin dike."

Hemo destnîşan kir ku tiştek jiyana li ser xaka xwe xweştir nîn e û diyar kir ku xerîbî pir zehmet e, lê ew dixwaze di gundê xwe de di nava rewşên zehmet de bimîne baştire ji xerîbiyê. Hemo got nêzî 70 kes ji gelek dewletan bi taybet Lubnanê vegeriyan gundên xwe yên dorpêçkirî li navçeya Şêrawa.

Di dawiyê de Berekat Hemo ev tişt bilêv kir: "Em destekê bidin xizmên xwe. Em ê li hember siyaseta dewleta Tirk a dagirker û binpêkirinên li dijî şêniyan bisekinin."

Welatiya bi navê Xezalê Hisên û zarokên xwe jî nêzî du hefteyan ji Lubnanê vegeriyan. Xezalê got tevî rewşên zehmet jî lê ew dixwaze di gundê xwe de û bi xizmên xwe re bijî. Xezal wiha axivî: "Ji ber êrişên dewleta Tirk û ji ber em li ser jiyana zarokên xwe tirsiyan ji malên xwe derketin û me berê xwe da Lubnanê. Li xerîbiyê me gelek zehmetî dît. Lê jiyana di gundê me de bi gelekî ji xerîbiyê baştir e."

Di dawiyê de Xezalê bang li hemû welatiyên ku ji warê xwe derketine kir ku vegerin û destekê bidin şêniyan da ku dewelta Tirk a dagirker û çeteyên wê derbasî gundên wan nebin û gundên wan dagir nekin.

Li gundên Birqas, Kilûtiyê, Gundê Mezin û Başimrê yên navçeya Şêrawa jiyan ji hemû aliyan zehmet e. Her wiha binpêkirin li dijî şêniyan ji aliyê dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê ve tê kirin û ji aliyê hikûmeta Sûriyê ve hatine dorpêçkirin.

(bx)

ANHA


Mijarên Din