Ruxmî êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li ser herêmên û ambargoyê, saziyên xizmetguzariyê yên Bakur û Rojhilatê Sûriyê karê xwe berdewam dikin.
Gundên navçeya Til Temirê ya girêdayê kantona Hesekê, rojane ji aliyê artêşa Tirk û çeteyên wê ve tên topbarankirin, lê tevî topbaranê xebatên şaredariyê ranawestin.
Li taxa Hemra ya bakurê navçeyê ku nêzî eniyên şer ên bi çeteyên dagirkeriya Tirk re ye, projeya danîna xetên ava vexwarinê dewam dike.
Ji rêveberên Daîreya Avê ya Şaredariya Gel a Til Temirê Xalid Mihemed Elo ji ANHAʹyê re diyar kir ku şêniyên daxwaza danîna boriyên avê ji bo taxa xwe pêşkêş kir, li ser vê yekê û tevî zehmetiyan ev proje dest pê kir.
Di vê projeyê de bi dirêjahiya 800 metreyan dê boriyên ava vexwarinê werin danîn ku xizmeta zêdetirî 50 malên li taxaê dike. Lêçûna vê projeyê 15 hezar dolar e.
Elo îşaret pê kir ku projeya danîna boryên avê li taxê ya yekemîn ji piştî dagirkirina derdora taxê ji aliyê dewleta Tirk ve ye.
Her wiha anî ziman ku projeyên din ji bo taxên Qews, Şehîd Qusey ên navenda navçeyê û gundê Rukiba yê başûrê navçeyê hene.
Xalid Mihemed Elo di dawiyê de got: " Tevî ku şênî li beramberî eniyên şer in, lê li ser xaka xwe ne û li malên xwe ne. Ji bo pêkanîna pêwîstiyên wan û derbaskirina astengiyan Şaredariyan Gel ev proje pêk anî."
Şêniyên Til Temirê pesnê xebatên Şaredariya Gel dan, ku tevî êrişên dewleta Tirk a dagirker û çeteyên wê kar dike.
Şêniyên gundê Ib El Tîna spasiya şaredarî û Rêveberiya Xweser kir ku rêya gund zif kir û ew ji zehmetiyên ku dikişandin, xilas kir.
Welatiyê bi navê Hemed Casim El Bunya got: "Me daxwazname pêşkêşî Şaredariya Gel a girêdayî Rêveberiya Xweser kir. Tevî ku navçe li bermaberî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye, lê daxwaza me qebûl kir û dest bi ziftkirina rêya gund kir.ʹʹ
Li ser zehmetiyên ku ji ber xirabûna rê dikişandin, Hemed El Bunya wiha anî ziman: "Berê dema ku em di rêyên şaxî yên ax ên bakur û rojavayê gund de derbas dibûn, me zehmetî dikişandin. Heman demê ziyan digihiştin erdên me yên çandinyê. Her wiha erebeyên me li ser vê rêyê xirab dibûn."
Hemed Casim El Bunya spasiya Rêveberiya Xweser û Şaredariya Gel kir ji ber ku pirsgirêka wan çareser kir û diyar kir ku ev proje xizmeta 6 hezar kesên li gund dike.
Welatiya bi navê Meyada Mihemed jî spasiya Rêveberiya Xweser kir ji ber ku rêya gundê wan zift kir û got: "Xelkê gund, bi taybet xwediyên erebeyan bi vê projeyê kêfxweş in. Em rewşa navçeya Til Temirê dizanin, ji ber ku nêzî eniyên şer ên bi artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê re ye. Tevî van pirsgirêkan banga me hat bersivandin û projeya çaksazkirina rêya gundê Ib El Tîna hate destpêkirin."
Welatiyê bi navê Hemîd El Omer ê 70 salî jî got, ev projeya ku li gund hat pêkanîn nayê wesifandin û wiha domandin: "Ji ber vê rêye me û bi taybet xwediyên erebeyan zehmetî dikişandin. Em spasiya kesên ku ev proje pêk anîne, di serî de Rêveberiya Xweser dikin."
ŞEDADÊ
Şaredariya Gel a navçeya Şedadê ya kantona Hesekê, ji bo temamkirina projeyên çareya dawî ya îsal, dest bi projeya danîna xetên kanalîzasyonê li taxa başûr kir. Dê hezar û 100 metre xet bi lêçûna 44 hezar dolarî were danîn.
Hevserokê Şaredariya Gel a Şedadê endizyar Mihemed El Dexîl diyar kir ku ev proje dê derdora mehekê dewam bike û ji deriyê ketina navçeyê li kolana Kornîş dest pê kir. Her wiha anî ziman ku dirêjahiya vê projeyê derdora 30 metreyê ye û li aliyê din derdora 400 metreyî ye.
El Dexîl destnîşan kir ku di vê projeyê de tevahî kenalên kevn ên derveyî xizmetê ne tên guhertin.
Şaredarî amadekariyan dike ku di rojên bê de projeyên din ên xetên kanalîzasyonê li taxên din ên navçeyê bi dirêjahiya 2 hezar û 300 metreyan pêk bîne.
HELEB
Ji ber êrişên komên çete yên girêdayî dewleta Tirk a dagirker binsaziya taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê, di nav de xetên kanalîzasyonê xirab bibûn. Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê ji bo sererastkirina ziyanan xebatên xwe zêde kirine.
Şaredariyê dest bi çaksazkirina ziyanên di xetên kanalîzasyonê kir, ku xetên xirabûyî bi yên nûjen diguherîne û ragaran paqij dike. Her wiha zemîna korîdora Baxçeyê Arîn Mîrkan bilat dike.
Ji 17ʹê Îlona borî ve, xebata vê projeyê li ser asta 3 taxên beşên rojhilat û rojava yên taxa Şêxmeqsûd û Eşrefiyê dest pê kir. Proje ji aliyê endamên şaredariyê yên pispor û muteahîdan ve tê pêkanîna û 4 rêveberên şaredariyê li ser disekinin.
Endamê rêveber ê nivîsgeha teknîkî ya Şaredariya Gel a Şêxmeqsûd û Eşrefiyê Ednan Caro diyar kir ku hemû ziyan tên sererastkirin, rêgarên li kolan, dibistan û sûkan tên paqijkirin û yên nûjen têne danîn.
Têkildarî dema bidawîkirina projeyê Caro wiha domand: "Vê dawiyê me dest bi projeya xwe kir. Em ked û xebateke mezin didin. Tê payîn ku kêmî mehekê ev proje bi dawî bibe da ku zivistan were em amade bin û tu zehmetî û astengiyan nekişînin."
Têkildarî mekanîzmeya kar Ednan Caro got: "Beriya ku em dest pê bikin, me proje lêkolîn kir û me planek danî û li ser wê kar kir. Me boriyên kanalîzasyonê bi yên polîetîlen bi dirêjahiya 40 cm guhert, ji ber ku ev cûre baştir û dikare tehemula kîmyewî, herî, gaz û bermayiyên xeternak bike."
Ji xebatên din ên sereke yên şaredariyê, bilatkirina zemîna korîdora Baxçeyê Arîn Mîrkan ê giştî ya li beşê rojhilat ê taxa Şêxmeqsûd û danîna kursiyan lê ye.
TEBQA
Şaredariya Gel a bajarokê Cirniye yê bakurê rojavayê Tebqayê, wek amadekariya ji zivistanê re û ji bo parastina şêniyan ji lehiyan û qezayên trafîkê, dest bi çêkirina ragar û torên kanalîzasyonan kir.
Şaredariya Gel a Cirniyeyê di vê dawiyê de dest bi projeya avakirina kanalîzasyoneke bi dirêjiya 46 metreyan û firehiya 60 santîmetre, li beşa rojava yê bajarokê kir. Li vî beşê taxê xetên kanalîzasyonê tune bûn.
Ev proje dê xizmeta nêzî hezar û 500 kesî bike, heta niha şaredariyê ji sedî 85 ji projeyê pêk aniye û tê payîn ku di çend rojên bê de proje bi dawî bibe.
Her wiha, şaredariyê ji bo kêmkirina ava baranê li kolanan û parastina xaniyên şêniyan di zivistanê de, dest bi avakirina ragareke bi dirêjiya 12 metre û paniya 2.10 metre û bilindiya 2.30 metre li gundê Cub El Ebyed kir.
Şaredariya Gel a Cirniye ragarên lûleyî di navbera gundên Hemrat û Cemat ên başûrê Cirniye de datîne da ku rê li ber xetimîna rêya navbera Cirniye û gundên başûrê wê yên ber gola bi Tebqayê ve bigire.
Der barê vê yekê de, hevserokê Şaredariya Gel a Cirniye Hesen Cuma got: “Şaredariya Gel a Cirniye gelek proje ji bo pêşxistina rewşa herêmê û kêmkirina qezayên di zivistanê de dest pê kirin.”
Her wiha anî ziman ku dê demên bê de rê rêya ketina Cirniyê ya rojava nû bikin û peyareke nû li ketina başûr a bajarokê ava bikin.
Hesen Cuma di dawiya axaftina xwe de destnîşan kir ku ew ê peyareke ji bîtona çêkirî bi dirêjiya 600 metre li rêya Curniye-Tebqa û Minbicê, çêkin.
(mh)
ANHA