Tevî şertên koçberiyê, koçberek pîşeya xwe didomîne

Koçberek di pîşeya dirûnê de kar dike da ku qûta jiyana xwe peyda bike û alîkariya koçberan bike. Bi bihayên guncew didirû û banga peydakirina kehrebe û vekirina werşeyeke dirûnê di nav kampê de dike.

Hejmara koçberên ku ji êrişên artêşa Tirk a dagirker  û çeteyên wê li dijî herêmên ser sînor koçber bûne gihaşt zêdetirî 300 hezarî. Ji ber wê Rêveberiya Xweser li bajarê Hesekê zêdetirî 64 navend tevî Kampa Weşûkanî ji wan re diyar kirin.

Artêşa Tirk a dagirker û çeteyên wê bi rêya binpêkirinên xwe armanc dikin demografiya herêmên dagirkirî biguherin û malbatên çeteyan li şûna şêniyên resen bi cih bikin.

Ruxmî rewşên trajedîk ên koçberan di nav navendan de li gel paşguhkirina rêxistinên têkildarî warên mirovî rewşa wan, li ber xwe didin û jiyana xwe bi awayekî asayî didomînin.

Efaf Mihemed Elî ji şêniyên Serêkaniyê ye. Tevî malbata xwe ya ku ji sê endaman pêk tê, di nav Kampa Weşûkanî de dimîne.

Efaf ji berê ve dirûnker e ji ber wê niha di nav kampê de pîşeya xwe didomîne û debara xwe peyda dike. Girêdayî wê dibêje: "Ji ber êrişên çeteyên artêşa Tirk a dagirker ên Artêşa Watanî ya Sûriyê em ji warên xwe koçber bûn. Hemû milkên me tevî amûra dirûnê ya min jî talan kirin."

Efaf bi vê gotinê berxwedanê israr dike: "Piştî koçber bûn, biryar da em alîkariya hev du bikin. ji ber ku em ê li ber xwe bidin û dê ji nû ve ava bikin."

Efaf ji bo ku debara malbata xwe peyda bike, amûra dirûnê bi 150 hezar lîreyên Sûriyê kiriye. têkildarî wê got: "Ez cilan bi bihayên guncew didirûm ji bo ku alîkariya şêniyan bikim. Ji ber ku rewşa wan a jiyanî baş dizanim."

Efaf wiha berdewam kir: "Rewşa me di nav kampê de baş e. Rêveberiya Kampê tevahî pêdivî û pêwîstiyên şêniyan peyda dike ji xwarin û amûrên germkirinê."

Efaf ev tişt anî ziman: "Karê min di nav kampê de baş e. Beriya demekê çûm bajêr ji bo ku hinek pêdiviyên pêwîst ji mala xwe re bînim. Lê çeteyan nehiştin. Dan û standina wan ne baş bû."

Efaf bang li Rêveberiya Kampê kir ku kehrebe jê re peyda bikin ji bo ku karê xwe berdewam bike. Her wiha banga vekirina werşeyeke dirûnê di nav kampê de kir.

Di dawiyê de Efaf Mihemed teqez kir ku berxwedana wan berdewam e. Efaf hêvî kir vegerin warên xwe lê piştî ku çete jê derkevin.

(şx)

ANHA


Mijarên Din