Tevî topbaranê li Helebê meha Remezanê

Tevî guhertinên aborî, ewlehî û bilindbûna nirxê kel û pelan û ruxmî topbarana rojane jî şêniyên bajarê Helebê atmosfera Remezanê diparêzin.

Tevî gelek guhertinên di encamên şerên domdar de ji 9 salan ve rû didin, lê şêniyên bajarê Helebê atmosfera Remezanê parast. Bajarê Helebê ku veguherî qada şer, şêniyên wê koçber bûn û birîndar bûn tevî wêraniyê, hate guhertin û bi xwe re atmosfera Remezanê ji dengê topavêja Remezanê û coşa şêniyan bi hatina meha pîroz re guhert. Dengê topavêja Remezanê bi dengên topan û moşekan hate guhertin. Tevî wê jî şêniyan hêviya jiyandina atmosfera Remezanê qut nekir.

Li gel bilindbûna nirxê kel û pelan, sûkên bajêr qerebalix in

Di van demên dawîn de li tevahiya taxên bajarê Helebê atmosfera Remezanê vegerî, li gel aloziya aborî mîna bilindbûna nirxa kel û pelan û kêmbûna sotemeniyê mîna benzîn û mazotê ku bandorê bi awayekî neyînî li buhayê kel û pelan û bazirganiyê kirine.

Ruxmî vê rewşê lê şênî xwarinên taybet ên meha Remezanê mîna marûk, sumin, xurme, vexwarinê Remezanê mîna sûs û temir hindî dikirin.

Firoşkarê bi navê Ehmed Nasan ê ji pêkhateya Ereb got: "Di destpêka aloziya Sûriyê de tevgera şêniyan di nav taxê de kêm bû. Lê niha tevî bilinbûna nirxan lê sûkên taxê qerebalix in."

Xwediyê dikana şîraniyê Ehmed Rîhawî destnîşan kir ku bihabûna nirxên kel û pelan bandor li firotinê û şêniyan dike.

Şêniyên taxê adetên rojiyê parastin. Malbat li ser fitarê kom dibin û şîvê didin cîranên xwe. Her wiha piraniya şêniyên taxê piştî fitarê di mizgefta taxê de nimêj dikin.

Lê yê ku coşê dide rojiyê sihurcî ye (Miseheratî). Sihûrcî erka şiyarkirina şêniyan ji xew dema sihûrê (paşîvê) beriya nimêja berbangê dike da ku xwe ji rojeke din re ji rojiyê amade bikin. Sihûrcî bi dengên xwe yên bilind gotinên Remezanê û di destê xwe de def, şêniyan şiyar dikin.

Kamereya ajansa me di nav taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiyê yên bajarê Helebê de û hin taxên di bin serweriya rejîma Sûriyê  de geriya û nêrînên şêniyan girêdayî atmosfera Remezanê girtin.

Eymen Nesîmî ji şêniyên taxa El-Cemîliyê ya bajarê Helebê ye ji ajansa me re got: "Rewşa bajarê Helebê hêdî hêdî mîna berê vegerî. Tevahiya pêdiviyên rojane hatin peydakirin. Em vê meha pîroz li tevahiya misilmanan pîroz dikin û bi hêvî me aştî li Sûriyê belav bibe."

Şêniyê bi navê Ehmed Xelîl ji şêniyên taxa Şêxmeqsûd a Helebê ye, tevahiya cîhana islamî bi meha Remezanê pîroz kir û destnîşan kir ku aloziya aborî bandor li tevgera sûkan kiriye û wiha domand: "Em dikarin bêjin ku îsal li gorî salên borî, gelek guhertin li bajêr ji aliyê tevgera sûkan û zêdebûna serjimariya bajêr ve rû dane."

Endamê rêveberê ê Kombûna Olan a taxa Şêxmeqsûd Elî El-Hesen xebatên xwe di meha Remezanê de destnîşan kir ku û got: "Bi koordîneya meleyên mizgefatn me waneyên olî rojane piştî nimêja esrê dan. Her wiha me deh mizgeftên taxên Şêxmeqsûd û Eşrefiye bi tevahiya pêwîstiyan amade kirin. Her wiha me cihek taybet ji bo jinan di mizgeftan de eyar kir da li nimêja xwe bikin."

Di dawiyê de şêx Elî El-Hesen hêvî kir ku serkeftinên bêtir werin bidestxistin û fikrê tarî tune bibe û got: “Em hêvî dikin ku gelê Efrînê vegera warên xwe. Ji ber ku rêgeza ola Islamê ya rastîn ew e ku tevahiya gelê Sûrî di bin banekê de be."

(şx)

ANHA


Mijarên Din