Tevahî saziyên herêma Cizîrê li dijî vîrusa Koronayê tên dezenfektekirin

Desteya Tenduristiyê ya herêma Cizîrê bi rêya civîna çapemeniyê ya li Şaredariya Gel a Navendî ya Qamişlo, eşkere kir ku dest bi dezenfektekirina tevahî saziyên xizmetguzarî û saziyên li herêmê li dijî vîrusê kiriye.

Desteya Tenduristiyê ya Herêma Cizîrê îro civîneke çapemeniyê li Şaredariya Gel a Navendî ya Qamişlo li dar xist û tê de eşkere kir ku wek bergiriya baldariyê ya sînordarkirina belavbûna vîrusa Koronayê ya nû (Covid-19) dest bi hemleya dezenfektekirinê (tafîkirin) kir.

Li gorî Desteya Tenduristiyê, dezenfektekirin dikare vîrusê tune bike û çalakbûna wê heta 7 rojan li ber xwe dide.

Berbelavbûna vîrusa Koronayê li tevahî cîhanê berdewam e, her wiha li gelek dewletên nû pêketina nû ya vîrusê hatin qeydkirin, bi wê re jî dewletan bergiriyên sînordarkirina belavbûna wê girtin.

(fr)

ANHA


Mijarên Din