​​​​​​​Tevger û êrîşên çapemeniyê… Çima Dêrazor?

Di van rojên dawî de li Dêrazorê erîşên ku rûspiyên eşîran dikin hedef pêk tên û di encamê de hin rûspî hatin kuştin. Di serî de partiya Baasê, hin aliyan bi şerê çapemeniyê xwestin ku van kuştinan rewşê aloztir bikin û vegerînin şerekî navbera gelan. Lê kesekî ku di nav van tevliheviyan de cih girtibû hate girtin û eşkere kir ku li paş van tevliheviyan partiya Baasê heye.

Bajarê Dêrazorê xwedî cihekî istratîjîk e. Binesaizya bajêr a civakî ji eşîr û qebîleyan pêk tê. Her wiha ji ber bermahiyên binerd wekî gaz û petrole, bajar ji bo herêmê xwedî girîngiyeke aborî ye jî.

Bajarê Dêrazorê ji bajarên destpêkê ye ku xwepêşandanên li dijî hikumeta El-Esed lê dest pê kirin w. Heta dema ku bajar ji aliyê QSD`ê ve hat rizgarkirin, ji bo çeteyên DAIŞ`ê navendeke girîng bû.

Bi avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê re eşîrên Ereb li Dêrazorê roleke giringe.

"CEWHERA FIRATÊ" DI NAVA FETISTANDIN Û RIZGARKIRINÊ DE

Li ser rêzebûyerên hedefgirtina li dijî gelek kesayetên sembolîk, li herêmê hin  alozî û geşedan pêk hatin.

Armanc ew bû ku aramî û ewlehiya herêmê bi rêya tevgerkirina şaneyên veşartî têk bibin, di navbera Kurd û Ereban de şer derbixin.

Di 30`ê Tîrmeha derbasbûyî de komeke çekdar serokê komîteya eşîra El-Begara a Meclisa Qebîleyê û Berdevkê Qebîleya El-Igêdat Silêman El-Kesar ku bi navê Ebû Neîm tê naskirin di mala wî ya li gundewarên Dêrazorê de kuştin û di roja li pey wê de mixtarê bajarokê El-Dehla Elî El-Wîs hate hedefgirtin.

Di roja yekemîn a Cejna Qurbanê de Şêx Metşer El-Hemûd El-Cidan El-Hefel ku yek ji sembolên eşîrên Dêrazorê ye, rastî êrişeke çekdarî hat.

Ev yek piştî ku QSD`ê di 17`ê Tîrmeha derbasbûyî de li gundewarên Dêrazorê dest bi qonaxa duyemîn a Pêngava Tinekirina Terorê ya li dijî şaneyên DAIŞ`ê kir, hate kirin.

Piştî kuştina rûspiyên eşîran gelek hêzan li ser çapemeniyê dest bi hemleya propagandayekî kirin û hewldan ku bi rêya vê propagandaya xwe şerê Kurd-Ereban derbixin.

Di serî de hikumeta El-Esed hemû dezgehên çapemeniyê û rûpelên malperên tevna civakî xistin seferberiyê da ku gelê herêmê ji bo şer sor bikin.

Van hewldanan, rastiya helwesta hikumeta El-Esed û dewleta Tirk a dagirker derxist holê, ku her du aliyan li herêmê tevgerên xwe zêde kirin û şebekeyên sîxuriyê xistin meriyetê.

ÇIMA TAYBET DI VÊ DEMÊ DE ÊL Û ŞÊXÊN EŞÎRAN TÊN HEDEFGIRTIN?

Dema ku yekî nêçîrvan bixwaze nêcîrê bike, berê tîra xwe dide cihê kuştinê, ango cihê ku nêçîrê bikuje. Ji ber vê yekê jî rûspiyên eşîran hatin hedefgirtin. Ji ber ku wan di avakirina têkiliyên civakî û siyasî de roleke berz dilîst.

Bûyerên hedefgirtinê heta astekê bi awayekî sîstematîk pêk hatin. Ne tesadûfe ku gelek kesayetên pêşeng ên ji heman herêmê di demekê de bên kuştin.

Li ser van bûyeran jî şêniyên Dêrazorê xwepêşandanan li dar xistin û daxwaza eşkerekirina van bûyeran kirin.

Hemû nîşayên ku derketin holê diyar kirin ku êrîşên kuştinê bi awayekî sîstematîk hatine plankirin. Her kes dizane ku dema kesek ji eşîrekê tê kuştin, eşîr tola wî radike. Wan jî xwest vê yekê bi kar bînin û xwînê bikin navbera gelan.

JI BER KU HIKUMETA EL-ESED DI ALIYÊ SIYASÎ DE BI BIN KET, BERÊ XWE DA BÛYERÊN HEDEFGIRTINÊ

Beriya aloziya Sûriyê êlên Ereb ji hêla hikumeta Sûriyê ve hatibûn paşguhkirin û wekî ku niha cihê xwe di Rêveberiya Xweser de digirin, wê demê tu rola wan di civakê de tune bû.

Hikumeta Sûriyê di hevdîtinên xwe yên bi êlên Ereb re, gelek rê û rêbaz bi kar anî da ku rûspiyên êlan îqna bike ku ji Rêveberiya Xweser û Hêzên Sûriya Demokratîk qut bibin. Her wiha ji wan xwest ku ciwanên xwe wek çete tev li komên girêdayî Îran û Rûsyayê bikin.

Diyardibe ku tevahiya hewldanên hikumeta Sûriyê ku rûspiyên êlan ber xwe ve bikişîne, bi bin ketin. Her tim êrişên dewleta Tirk ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê û tevlîheviya ku DAIŞ`ê çêkiriye, bi kar anî da ku şêniyên bajarê Dêrazorê û gundewarên wê bi rêya şaneyên xwe yên îstixbaratê li dijî Rêveberiya Xweser û QSD`ê sor bike.

Li ser wê yekê û piştî ku hêzên ewlehiyê yên girêdayî QSD`ê ajanekî bi navê Ebdulrezaq Newaf El-Atî girtin, têkiliya îstixbarata Sûriyê di bûyerên qetilkirina rûspiyên êlên Dêrazorê  de, derket holê. El-Atî li xwe mikur hat ku îstixbarata Sûriyê şaneya qetilkirinê ava kiriye da ku şêx, rûspî û serokên meclisên herêmê yên bajarê Dêrazorê û Hesekê bikuje.  

Li gel kontrolkirina bajarê Dêrazorê, timayên aborî yên hikumeta El-Esed ji van bûyerên qetilkirinê hene, bi taybet piştî bilindbûna asta cezayên ku li ser hatine ferzkirin.

DEWLETA TIRK Û SIYASETA "PARÇE BIKE, BI SER KEVE"

Dewleta Tirk di radeya yekemîn de bi rêya fitneyên netewperestî û taîfî hewl dide tevliheviyê di navbera Kurd û Ereban de çêbike  û têkiliyên di navbera şêniyên Bakur û Rojhilatê Sûriyê de xera bike. Her wiha dixwaze vê tevliheviyê veguherîne şerekî navxweyî û projeya herêmê ya demokratîk têk bibe.

Dewleta Tirk a dagirker da ku berjeweniyên xwe li ser hesabê Kurdan û Ereban pêk bîne, tu rê û derfet nehişt û bi kar neanî. Dewleta Tirk hewl dide şert û mercên heyî bi kar bîne û ciwanên êlên Ereb bi çek bike. Bi hemû hêza xwe hewl dide ku bajarê Dêrazorê veguherîne qadeke kuştin û serjêkirinê. Çawa ku di dema Şerê Cîhanê yê Yekemîn de gelê Ermen qir kir, dixwaze niha li herêmê heman tiştê bike.

Di destpêka 2017`an de dewleta Tirk di bin banê komkirina êlên ku “Desteka Şoreşa Sûriyê dikin” de, kongreyek ji êlên bajarê Urfayê re li dar xist. Piştî wê kongreyê hewldanên dewleta Tirk a dagirker ji bo çetekirina ciwanên êlên Ereb da ku ajandeyên xwe bi rêya wan li Sûriyê pêk bîne, diyar bûn.

Helwesta êşîr û qebîleyên Ereb ên bajarê Dêrazorê ji êrişên artêşa Tirk a dagirker ên li dijî Bakur û Rojhilatê Sûriyê zelal bû û hemû rengên hebûna Tirkiyê şermezar kirin.

Li gel van geşedanan, operasyonên ewlehiyê yên ku QSD`ê dane destpêkirin da ku çeteyên DAIŞ`ê tune bike, wek rêbazeke tekane ji bo rawestandina bahoza tevliheviyê dimîne.

Her wiha hevgirtina êlên Ereb li tevahiya herêmê û piştgiriya wan ji hêzên leşkerî re, dabînkera tekane ya binxistina tevahiya planên li dijî pêkhateyên herêmê ye.

(bx-şx)

ANHA


Mijarên Din