Tevgera artêşa Tirk a li ser sînorê Girê Spî didome

Artêşa Tirk a dagirker tevgera xwe li ser sînorê Sûriye –Tirkiyê li beramberî bajarê Girê Spî di hefteya 3`yemîn de didomîne.

Artêşa Tirk a dagirker tevgera xwe ya li ser sînorê Sûriye – Tirkiyê li beramberî bajarê Girê Spî didomîne. Şevê din artêşa Tirk a dagirker gelek tank, panzer û erebeyên zirxî ji bajarê Axçeqelê yê li ser sînor anîn. Her wiha balafirên keşfê yên Tirkiyê heta saetên vê sibê li ser asîmanê Girê Spî digeriyan.

Beriya ku hêzên leşkerî werin bicihkirin, nûçegihanê me ragihand ku artêşa Tirk a dagirker agir bi zeviyên çandiniyê yên li bajarê Girê Spî xist.

Ev yek di demekê de ku Tirkiye gefan li dijî herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê dixwe û hêzên xwe ji 15`ê ve mehê ve li ser sînor bi cih dike, pêk hat.

(bx)

ANHA


Mijarên Din