Tevgera Ciwanên Şoreşger a herêma Cizîrê civîna xwe ya salê li dar xist

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê ya herêma Cizîrê bi dirûşma “Bi rihê Apoyî xwe nû bike cenga azadiyê ser bixe” civîna xwe ya salê bi beşdariya 500 delegeyan li dar xist. Cviîn bi encamnameyekê bi dawî bû ku xurtkirina rola ciwanan û birêxistinkirina wan di nava civakê de, bendeke sereke bû.

Tevgera Ciwanên Şoreşger a Sûriyeyê û Yekitiya Jinên Ciwan a herêma Cizîrê civîna xwe salê bi beşdariya 600 delegeyan û li Navenda Çand û Hunerê ya Mihemed Şêxo ya Qamişlo bi dirûşma “Bi rihê Apoyî xwe nû bike cenga azadiyê ser bixe” li dar xist.

Di civînê de tevgerê kar û xebatên xwe yên sala 2022`yan nirxand û nîqaş kir.

Ji bo birêvebirina civînê dîwanek hat avakirin ku koordînatorê giştî yê Tevgera Ciwanên Şoreşger a Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê Tolhildan Zerdeşt, endama rêveberiya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Hesekê Mîdye Ebdurehman, endamê Rêvebeirya Tevgera Ciwanên Şoreşger a Qamişlo Şêrhat Ehmed cih tê de girt.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/04/26/134621_lyla-hsyn.jpg

Di civînê de, endama Yekitiya Jinên Ciwan a Herêma Cizîrê Leyla Hisên perspektîfên Rêber Abdullah Ocalan ên der barê ciwanan de xwendin. Dûre rapora salê ya tevgerê hate xwendin.

 Di civînê de behsa aloziyên li Rojhilata Navîn rû didin, komployên dewletên kapîtalîst li dijî projeya netewa demokratîk û aloziya di navbera rejîma kapîtalîst û modernîteya demokratîk de hat kirin.

https://www.hawarnews.com/ar/uploads/files/2023/04/26/134908_0000000000.jpg

Di nîqaş û nirxandinan de, îşaret bi êrişên dewleta Tirk a dagirker ên li dijî herêmê, siyasetên wê yên qirker li dijî çanda herêmê û rêbazên sekna li hember van êrişan, hat kirin.

Her wiha beşdaran destnîşan kir ku divê sala 2023`ê bibe sala pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan û pêkanîna jiyana bi rûmet.

Civîn bi encamnameyekê bi dawî bû:

Firehkirina qada birêxistinkirina Tevgera Ciwanên Şoreşger

Lidarxistina çalakiyan ji bo pêkanîna azadiya fîzîkî ya Rêber Abdullah Ocalan.

Lidarxistin û birêxistinkirina çalakiyan li ser bingeha şerê gel ê şoreşgerî heta ku di çarçoveya vê stratejiyê de serkeftin bi dest dikeve.

 Li hember modernîteya kapîtalîst, pêşxistina çanda jiyana şoreşgerî bi rêya lidarxistina dewreyên perwerdeyê.

Lidarxistina hemleyên hişyariyê li hember siyasetên şerê taybet (bikaranîna narkotîkê, tundî û sîxurtî).

Ji bo lidarxistina lihevkirinan bi rêxistinên şoreşgerî yên li dijî rejîma kapîtalîst û mêtînger ji bo li hember êrişên dewleta Tirk a dagirker bê sekinandin.

Ji bo parastin û firehkirina nirxên şoreşê bi dirûşma “Mal, hezkirin û welatê xwe biparêze” pêşxistina ciwanan li ser bingeha parastina cewherî.

(şx)

ANHA


Mijarên Din

Li Firatê meşa ciwanan