Tevgera çûn û hatinê li deriyê Sêmalka sekinî

Tevegera çûn û hatinê li deriyê Sêmalka ji ber bilindbûna asta ava çemê Dîcle ya ji ber barana zêde, hate sekinandin.

Gerînendeyê Buroya Têkiliyan ê Deriyê Sêmalka Baz Ehmed ji ajansa me re diyar kir ku tevgera çûn û hatinê li deriyê Sêmalka yê di navbera Rojava û Başûrê Kurdistanê de, her wiha tevgera bazirganî û rewşên mirovî, ji ber bilindûna ava çemê Dîcle bi temamî hate sekinandin.

Baz Ehmed destnîşan kir ku tevgera hatin û çûnê heta daketina rêjeya avê dê sekinî be.

(bx)

ANHA


Mijarên Din