Tevgera çûn û hatinê li ser pira dergeha Sêmalka careke din destpê kir

Piştî sererastkirina pira dergeha Sêmalka ku derdora 3 mehan dirêj kir, tevgera çûn û hatinê ya li ser pira dergeha Sêmalka ya di navbera Başûrê Kurdistanê û Bakur û Rojhilatê Sûriyê de dîsa destpê kir.

Ji ber lehî û barana zêde ya îsal, pira dergeha Sêmalka ku dikeve navbera herêma Cizîrê û Başûrê Kurdistanê rastî xerabiyê hat û di encamê de 3 mehan tevgera çûn û hatinê lê hate rawestandin. Xebata sererastkirina pirê îro bi dawî bû.

Têkildarî mijarê gerînendeyê Buroya Têkiliyan Baz Ehmed ji ANHA’yê re got tevgera li ser pirê, piştî ku derdora 3 mehan hate rawestandin, îro dîsa destpê kir.

Ehmed di dawiya axafina xwe de got werşeyên sererastkirinê bi hemû hêza xwe, pira ku ji ber lehiya li herêmê rabû rastî xerabiyê hat, sererast kirin.

(eh/kc)

ANHA


Mijarên Din