Tevgera gel a Sûdanê daxuyaniya artêşê red kir û banga çalakiyan kir

Tevgera gel a li Sûdanê daxuyaniya artêşê red kir û bang kir ku çalakiya rûniştinê bidomînin heta hikûmeta sivîl were avakirin.

Tifaqa Azadî û Guherînê ya ku pêşengiyê ji çalakiyan re dike, daxuyaniyeke nivîskî weşand û got: “Rejîmê darbeyeke leşkerî kir û li hemberî gelê me, heman kes pêşkêş kirin."

Artêşê îro diyar kiribû ku rejîm hatiye belavkirin û dîktator Omer El Beşîr ê ku 30 sal in, desthilatdar e ji peywirê hatiye stendin û girtin.

Artêşê diyar kir ku ‘konseyeke demkî ya leşkerî’ ava kirine û 3 mehan qedexeya derketina derve ragihandine.

Di daxuyaniya tevgerê de bang li gelê hate kirin  ku li pêşiya biryargeha giştî ya li Xertûmê û li welat çalakiyên rûniştinê bidomînin.


Mijarên Din