Tevgera Hûsiyan li El-Hudeyda zêde bûye

Hêzên Hûsiyan çandina mayinan, çêkirina tunel û xendeqan li derdora balafirgeha El-Hudeyda zêde kir.

Çavkaniyan ji toreya SkyNews a nûçeyan re diyar kir ku hêzên Hûsiyan tevgera xwe ji aliyê zêdekirina tunel, çandina mayinan, xurtkirina hêzê li bajarê El-Hudeyda li rojavayê welêt zêdetir kiriye.

Di vê derbarê de Hûsiyan tunel û xendeq li derdora balafirgeha El-Hudeyda ji hemû aliyan ve ku hîn jî di bin serweriya wan de ye, pêk aniye.

Her wiha gelek cureyên mayinan li hemû deverên balafirgehê bi cih kirin.

Liv û tevgera Hûsiyan piştî çend rojan ji ragihandina Neteweyên Yekbûyî ji pêkanîna Hûsiyan ji vekişandina hêzên xwe ji benderên El-Hudeyda, El-Silîf û Rais Îsa re pêk hat.

(eh)

 


Mijarên Din