Tevgera Kevana Zêrîn ji bo vejandina folklora kurdî, kampanyayek hunerî destpê kir

 Bi durişmeya "Bi berxwedana Hevrînê, em ê dagirkerî û faşîzmê têk bibin", Tevgera Kevana Zêrîn li herêma Cizîrê, ji bajarê Hesekê dest bi kampaniyeke hunerê ji bo vejandina filikrora kurdî kir.  Ev kampanya di çarçoveya berdewama çalakiyên roja Tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan de, tê.

Di çarçoveya çalakiyên jinên Sûriyê yên roja 25`ê Mijdarê ya Tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan, Tevgera Kevana Zêrîn li dibistana Mazin Hisên ya li bajarê Hesekê, dest bi kampanyeke hunnerî ku têde şano, stran û mûzîk tên pêşandan li navendên ku koçber lê dimînin li herêma Cizîrê, kir.

Tevgera Kevana Zêrîn bi daxuyaniyekê,  tevlêbûna xwe ji kampnya tekoşîna li dijî tundiya li ser jinan re ragihand. Tevgerê di daxuyaniya xwe de êrişên dewleta Tirk û çeteyên wê li ser herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê û sûcên ku li dijî jinan pêk tînin, şermezar kir. Her wiha berxwedan û lehengiya ku jinan di şexsê Hevrîn Xelef û dayika Aqîde de nîşan dane, silav kir.

Derbarê dem û aramanca kampanyayê de, rêveberiya Tegera Kevana Zêrîn Rûken Mihemed wiha ji ajansa me ANHA`yê re axivî: "dirûşmeya kampanyayê "bi berxwedana Hevrînê em ê dagirker î û faşîzmê têk bibin" e. ev kampanya di çarçoveya berdewama kampanyayên roja cîhanî ya Tekoşîna li dijî tundiya li ser jina de tê, ku li herêmên Bakur û Rojhilatê Sûriyê hatibûn destpê kirin. "

Rûken diyar kir ku ew li dijî êrişên çandî li ser herêmê,  vejandina çanda kurdî û çanda jina azad armanc dikin û wiha berdewam kir: "dê di çarçoveya kampanyayê de, gelek çalakiyên çandî li navendên mayîna koçberan û kampa Waşokanî ya koçberên Serêkaniyê û gundewarên wê , werin lidar xistin. Di çalakiyan de dê stranên filiklorî û şano werin pêşandan."

Çalakiyên roja yekmîn ya kampanyayê li dibistana Mazin Hisên ku koçber lê dimînin, bi şano û stranan,  berdewam dikin.

ANHA


Mijarên Din