Tevgera Komunîst: Cejna Ekîto hêviyên me yên pêşerojê ji nû ve şîn dike

Tevgera Komunîst a Şoreşger cejna Ekîto bi peyamekê pîroz kir û da zanîn ku “Bi cejna Ekîto re ji bo gelên me yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviyên me yên pêşerojeke xweş ji nû ve şîn dibin.”

Tevgera Komunîst a Şoreşger bi boneya cejna Ekîto daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyaê de wiha hate gotin:

“Em cejna Ekîto ya ku her sal di 1'ê Nîsanê de ji hêla gelê me yê Aşûrî û Suryan ve wek sersal tê pîrozkirin, pêşwazî dikin. Ev cejn ji hêla gelên Beyn Nahreyn ve ev 6770 sal zêdetir e tê pîrozkirin. Ev cejna ku tê pîrozkirin di dîrokê de ya herî kevn e. Gelên me li gel ku ew bi qasî hatine qetilkirin dîsa jî nirxên xwe yên dîrokî heta îro parastine.

Bi cejna Ekîto re ji bo gelên me yên Rojava, Bakur û Rojhilatê Sûriyê hêviyên me yên pêşerojeke xweş ji nû ve şîn dibin. Ev hêvî pêşxistina jiyana aram û ewle ku li welatê me yê rengîn bi aştî, biratî û li ser demokrasî, zanistî û rastiya gelan bi edalet û wekhevî hatiye avakirin.

Em wek neteweyên ku li ser vê erdnigariya dîrokî dijîn ji bo pêşerojê bi hêvî ne. Bi vê wesîleyê em wek Tevgera Komunîst a Şoreşger cejna Ekîto li gelê me yê Aşûrî, Suryan û li hemû rêxistinên wan ên olî, siyasî û civakî pîroz dikin.”


Mijarên Din