'Tevgera PDK'ê dihêle ku dijmin planên xwe pêk bîne’

Ciwanên herêma Cizîrê destnîşan kirin ku tevger PDK'ê ya li ser sînorê Rojava- Başûrê Kurdistanê ziyanê dide yekitiya gelê Kurd û rê li ber dewleta Tirk vedike da ku planên xwe yên dijberî doza kurdî pêk bîne.

Di demekê de ku gelê Kurdistanê banga yekitiyê dike, Partiya Demokrat a Kurdistanê (PKD) hêzên xwe yên leşkerî li ser sînorê Başûr û Rojavayê Kurdistanê zêde dike û baregehan lê ava dike. Ev ji bo gelê Kurd fikaran çêdike.

Ciwanên herêma Cizîrê dibêjin ku ev gav nakeve xizmeta gelê Kurd, lê dikeve xizmeta dijminê doza kurdî.

Efîf Esed diyar kir ku di demekê de ku gelê Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê di pêvajoyeke hestiyar re derbas dibe û yekitiya rêza kurdî tê xwestin PDK'ê li dirêjahiya xeta sînor baregehan ava dike, ev gav ne di cihê xwe de ye.

Esed destnîşan kir ku avakirina baregehan li ser xeta sînor a Rojava, fêdê li hêviyên gelê Kurdistanê nake, berovajî vê xizmeta dijminan dike.

'KURDISTAN ÇAR PARÇE YE, LÊ DILÊ GELÊ KURD YEK E'

Esed bi navê ciwanan bang li gelê Kurd, di nav de partiyan kurdî kir ku zextê li PDK'ê bike da ku ji vê gavê de paş de vegere ku xizmeta berjewendiyên gelê Kurd nake û got: "Fikr û nêzîkatiyên hikumeta Başûrê Kurdistanê nakeve xizmeta berjewendiyên doza kurd, berovajî wê destekê dide dijminên gelê Kurd û Kurdistanê."

Efîf Esed destnîşan kir ku têkoşîna wan doza kurdî berdewam e û diyar kir "Divê hemû partiyên siyasî hevgirtî bin, da ku hêviyên gelê Kurd pêk werin. Di vê pêvajoyê de divê em bibin yek û nakokiyên xwe yên kevn deynin aliyekî."

Şevîn Xelîl got, her çiqasî ku PDK'ê tevgera xwe ya leşkerî li ser sînorê Başûr- Rojavayê Kurdistanê zêde bike jî ew ê nikaribe gelê Kurd parçe bike û wiha domand: "Belê Kurdistan dabeşî çar parçeyan hate kirin, lê dilê gelê Kurd yek e."

Şevîn da zanîn ku tevgera PDK û hêzên wê yên li ser xeta sînor ziyanê dide yekitiya gelê Kurd û dihêle ku dijmin planên xwe yên dijberî doza kurdî bi cih bîne.

ANHA


Mijarên Din